Hafizeya komkujiyekê: Ez gîzmeyên xwe derxim? 2017-05-19 09:18:22 ÎZMÎR - 2 rojnamegerên ku bûn şahidên komkujiya Somayê, çiroka 301 karkerên kana komirê nivîsandin û pirtûka bi navê "Ez gîzmeyên xwe derxim? çap kirin. Rojnamegeran bi armanca "Hişekî ava bikin" pirtûk çap kirin û bal kişandin ser hêrsa qezencê. Dîsa karker û rencberên ku di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane vedibêjin. Rojnamegerên bûn şahidên komkujiya Kana Madenê ya Soma, çîroka 301 karkerên di hilweşînê de jiyana xwe ji dest dan kirin pirtûk. Rojnamegeran gotina karkerê bi saxî hat xelaskirin û dema li ambulansê suyar kirin got "Ez dîzmeyên xwe derxim?" kirin sernavê pirtûkê. Rojnamegeran ew gotinên karker wekî belgeya dîrokê pênase dikin û bal dikişîne ser jiyana karkerên Soma û pêkanînên li ser karkerên madenê. Rojnameger cîroka jiyana 301'an Pirtûka komkujiya Soma vedibeje berhemê xebata rojnameger Onur Yildirim û Ugur Şahin Umman a 3 salan e. Pirtûk ji weşanxaneya Ayrınti hat çapkirin. Pirtûk bi navê "Çizmelerimi çıkarayım mı?" (Ez dîzmeyên xwe derxim?" hat çapkirin. Rojnameger Onur Yildirim, diyar kir ku Onur û Ugur bi salan bi hevre li Îzmirê rojnaemgeri kirine û wiha got: "Em xwe wekî ro jnamegerên profesnolen ên bi meaş nabînin. Em vî karî bi dildarî û hezkirin dikin. Ez hem karê rojnamegeriyê û hem jî karê sigortavaniyê dikim. Yildirim, anî ziman ku ev xebata wan a ewil e û wiha got: "Di 13'ê Gulanê de di nava rojnamegerên ewil çûn Soma em hebûn. Dema em çûn wir her tişt wekî di televîzyonan de dihat dîtin nebû. Li wir bazara can hebû. Li ser mirovên bêçare ewrên reş digeriya. Wekî qada şer her tişt perîşan bû. Tiştên ku li Kana Madenê ya Eynezê pêk hat dişibiya qada şer. Bi sedan ambulans hatibûn u mirovên kuştî û birîndar dibirin nexweşxaneyan. Geşedanên ku li Kana madenê, li Soma, Kinik, Savaştepe pêk hatin me di malpera xwe ya nûçeyan a yurtuz.net de parve kir. Ji bo ku ew dîmen, geşedan u rastiya li Soma neyê ji bîr kirin û wekî hafiza û hişekî her dem zindî bimîne û em vê rastiyê ji pêşerojê re rahihînin me çîroka tevan nivîsand û kir pirtûk. Dema me ev pirtûk nivîsand me gelek zahmetî jiya. Me êş, binpêkirin û tiştên ku li kanê tên jiyandin nivîsantin. Me bi malbatan re yek bi yek hevditin kir û me jiyana wan, çîroka wan û serpêhatiyên wan tev kirin pirtûk. 301 karkerên madenê yên jiyana xwe ji dest dan, hemû karkerên ku ji gundên xwe hatine qetandin û neçarî vî karê giran hatine hiştin in. Me bal kişand ser pergala ku mirovan mohtacî vî karî dike û kedxwariya li ser kedê, li ser mêtîngerî, dagirkerî û koletiyê mînak dan. Dîsa me cih da lêgerîna malbatan a edaletê.