Mîmara çalakger: Berxwedan jiyanî ye 2017-05-21 10:47:03 DUZCE - Mîmar Alev Şahîn piştî bi KHK'ê hat îxrackirin, ji 30'ê Çile heta niha li navenda Duzce çalakiya rûniştinê berdewam dike. Şahin, diyar kir ku ji bo mafê xwe bistînin berxwedan jiyanî ye û heta mafê xwe bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Endezyara Mîmarê Alev Şanîn ku di 6'ê Çile de ji Miduriyeta Bajar a Bajarvanî û Derdorê ya Duzce hat îxrackirin, ji 30'ê Çile heta niha ji bo mafê xwe bi dest bixe çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam dike. Alev Şanin bi silogana "Ez karê xwe û keda xwe dixwazim" li navenda Duzce dest bi çalakiya rûniştinê kir û çalakiya xwe bê navber berdewam dike. Alev Şahîn, her hefte di nava rojê de saet di navbera 13.00 û 18.00'an de li kolana Sporê ya Duzceyê çalakiya rûniştinê pêk tîne. Alev dîsa ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça ku 74 rojin di çalakiyê de ye, diçe Enqereyê piştgiriyê didin. Şahin di heman demê de kampanya îmzeyan jî dimeşîne û 81 rojin çalakiya xwe berdewam dike. 'YÊN ALÎGIRÊN GELIN TÊN CEZAKIRIN' Şahin, diyar kir ku 6 salin li Midûriyeta Bajar a Bajarvanî û Derdorê ya Duzce dixebite û wiha got: "Yên ku alîgirên heq, edaletê ne û piştgiriyê didin civakê bedelan didin. Dema ez memûr bûm, li bajarên ku min lê kar kir gliyên min li wekîlan kirin. Lê min tu carî serî netewand û min di ber xwe da. Ji ber ku mutahît çi kir û çi hilberand min pereyê wî da giliyê min kirin. Yanî ez nikarim heqê karker û kedkaran pêşkêşî kesên dewlemend bikim. Divê ez sadiq kar bikim û li gorî edaletê tev bigerim. Heta ku ez li gel mîmaran xebitîm herî zêde ya ku ceza ji mîmaran re nivîsand ez bûm. Min hewl da ku ez edaletê pêk bînim. 'BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE EZ DÊ DI BER XWE BIDIM' Şahin, anî ziman ku ji ber li dijî neheqiyê dengê xwe bilind kir ji kar hat îxrackirin û wiha got: "Ez gelek caran rastî mobîngê hatim. Lê min tu cari li hemberî neheqiyê serî netewand. Ewil erka min ji destê min girtin. Piştre karê min ji destê min girtin û ez îxrac kirim. Tevî ku tu eleqeya min bi tu rêxistinan re tune têkiliya min bi rêxistinê re danîn. Ev polîtîkaya tundiyê ye. Ez ji 30'ê Çile heta niha çalakiya rûniştinê pêk tînim. Ev çalakiya min delîla heqîya min e. Ji ber ku ez nizanim sûcê min çiye ez her roj têm li vir çalakiya rûniştinê pêk tînim û sûcê xwe dibêjim. Heta ku ez mafê xwe û karê xwe bi dest bixim ez dê çalkakiya xwe berdewam bikim. Ez tu carî neheqiyê qebûl nakim. Heta dawi ez dê di ber xwe bidim û têbikoşim. Berxwedan jiyanî ye. Berxwedan ji bo parastina maf û heqiqetê mecbûrî ye. Îktîdar dixwaze bi OHAL'ê her tiştî têxe kontrola xwe. Bi girtin, binçavkirin û îxracan dixwaze her kesî têxe kontrola xwe û rehîn bigire. Dixwaze her tiştî bi tirsê dagir bike." Şahîn, da zanîn ku piştî ew hat îxrackirin tiştekî wê yê ew winda bike tune û dê heta dawî têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bike. Şahîn, da zanîn ku ew dê li ked, maf û rûmeta xwe xwedî derkeve û wiha got: "Ez têkoşîna ked û nanê xwe didim. Em vê çalakiyê tercih nakin. Lê vê çalakiyê li ser me didin ferzkirin. Niha rêya edaletê hatiye girtin divê em bi berxwedanê vê rêyê vekin. Elif Çetiner - dihaber