Karkerê herêmî 70 TL yên sûriyeyî jî 37 TL digirin 2017-05-22 09:16:15 ÎZMÎR - Koçberên Sûriyeyî yên li Bayindirê di bin siya êrîşan û kedxwarinê de têkoşîna jiyanê didin, diyar kirin ku li hemberî keda xwe ya 12 saetan 37 TL digirin û karkerên herêmî jî 70 TL digirin. Drama Sûriyeyiyên ji ber şer axa xwe terk kirin û koçber bûne berdewam dike. Êrîşên li dijî koçberan ku li navçeya Torbaliya Îzmîrê destpêkirin li Mêrsîn, Stenbol û Konyayê jî berdewam kirin. Rayedar jî li şûna çareseriyê ji pirsgirêkên koçberên rastî êrîşê tên bibînin ji cihekî dibin cihekî din. Koçberên ji Torbaliyê birin Antalyayê, carekdin li kolanan hiştin di halê xwe de û rewşa karkerên li Îzmîrê man û karkeriya zeviyan dikin xiraptir dibe. Koçberên wekî hêza karê erzan tên dîtin, bi şertên giran ên kar di pencika kedxwarinê de ne. Koçberên ji parastina civakî bêparin, li hemberî keda xwe ya rojane 37 TL digirin. KARKERÊN HERÊMÎ 70 TL YÊN SÛRIYEYÎ 37 TL DIGIRIN Kawa Şehîn (30) ê ku li Bayindirê di seraya gulan de dixebite diyar kir ku li heberî keda xwe ya 10-12 saetan 47 TL digirin û ji vê 10 TL jî wesayît digirin. Şehîn, da zanîn ku ji wan re 37 TL dimîne, karkerên zilam ên herêmî 70 TL digirin û wiha got: “Karsaz hertim zexta ‘Sûriyeyî bixebitin’ li me dikin. Wekî ku Sûriyeyî ne mirovin nêzî me dibin. Di odeyekê de em 4 kes dimînin. Pereye em ji zeviyan digirin têra me nake. Dema em ji zeviyan divegerin li ser çopê qerton, plastîk kom dikin û debara xwe dikin. Hêjî me pereyê xwe yê ji sala bihûrî maye ne girtiye. Karsaz me mijûl dike û pereyê me nade.” Şehîn, da zanîn ku dema diçin nexweşxaneyan hertim dermankirina wan paşde tê xistin û wiha pêde çû: “Li nexweşxaneyan bijîşk her tim bi gotina ‘bila yên sûriyeyî biçin û piştre bên’ dermankirina me paşde dixe. Ger zarokê min di destê min de bimire bi armanca dermankirinê dê derzî lênedin. Îktîdar hertim wekî kozekê li dijî welatên Ewropayê bikar tîne. Sûriyeyî dê biçin kuderê? Ger em li vir bimînin em ê bimirin, me bişînin Sûriyeyê jî em ê bimirin. Me wekî koz bikar tîne lê alîkarî nade. Heta niha me tu alîkariyek wan ne dîtiye.” ‘ÇÛN Û HATINA ME YA ZEVIYAN DIBE EZIYET’ Zelîha Huseyîn (50) da zanîn ku beriya 5 salan mecbûr manej i Sûriyeyê koçber bibin û wiha domand: “ji bo ez li 8 zarokên xwe binerim bi hevjînê xwe yê 60 salî re karkeriya zeviyan dikim. Pereyê em digirin têra me nake, me hinek mehan kîraya malê ya 400 TL ne daye. Ji ber em ji Sûriyeyê hatine me di fabrîkeyan de nadin xebitandin û çûn û hatina me ya zeviyan vedigere eziyete. Rojê di bi şertên zehmet de em 10 saetan dixebitin. Li zaviyan karsaz bi gotina ‘Zû bikin’ me didin zorê. Ji westanê em dimirin. Ji ber dixebitin hertim nexweş dibin lê ji ber nasnameya me tune ye em li nexweşxaneyan nayên dermankirin. Mala me maleke xirabeye. Dema ji zeviyê dizivirim ligel diêşim jî mecbûr dimînim ku karê malê jî bikim. Her tim welatiyên sûriyeyî rastî êrîşan tên. Her tim pirsa gelo dê welatiyên sûriyeyî ji vir derbixin? Di mejiyê min de ye.” DAXWAZ HEMANIN: BILA HEQDEST BÊN SERERASTKIRIN Di karkeriya zeviyan de wekî karkerên sûriyeyî karkerên herêmî jî di bin şertên giran de dixebitin. F.Y. ê 17 salî ku karkeriya zeviyan dike bal kişand ser rewşa xwe û wiha axivî: “Sibê heta êvarê bê navber em dixebitin. Em heqdestê xwe nagirin. Rewşa me ji ya koçberan baştire. Karkerên koçber bi lingan diçin û tên û pereyekê kêm digirin.” Karkera bi navê Medîne Gurek (38) jî bi lêv kir ku ji serê kaseyek ku amade dike 1 TL digire, rojê 40 kaseyan amade dike, pereyê ew digirin têra wan nake û yekane daxwaza wan ew e ku heqdestê wan bê sererastkiirn.