Karkerên ji BEDAŞ'ê hatin derxistin di grevê de ne 2017-05-22 14:14:20 STENBOL - Karkerên BEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin, diyar kirin ku ji ber wan doza ji bo wergirtina pereyê xwe vekirine paşde nakişînin ji kar hatine derxistin. Sendikaya Enerjî-Sen a girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji bo karê karkerên ji BEDAŞ’ê hatin derxistin paşde bê vegerandin li ber Midûryeta Giştî ya BEDAŞ’ê ya Çaglayanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê karkeran Hayrullah Soylemez, daxuyanî xwend û diyar kir ku 7 karker hefteya bihûrî ji kar hatine derxistin. Soylemez, da zanîn ku ji ber şîrtek pereyê karkeran nade, karkeran doz li şîrketê vekiriye û wiha got: “BEDAŞ’ê got ku ew ê bi karkerên ku doz vekirine nexebitin û piştre bi pereyekê kêm ji karkeran xwestin ku dozê paşde bikişînin. karkerên doz paşde ne kişandin bi derxistina kar gef li wan hatiye xwarin. Ligel hemû hewldanan ji ber nekarîne karkeran îkna bikin hemû hevalên me ji kar hatine derxistin.” Karkeran piştî daxuyaniyê ji bo hefteya bê carekdin bên cem hev dawî li çalakiya xwe anîn.