Şev û roj ji bo 30 TL dixebitin 2017-05-23 09:06:55 DERSIM - Jinên karker ên ku ji bo li nav zeviyan bixebitin ji Rihayê berê xwe didin Erzinganê, diyar kirin ku ew di şert û mercên zehmet de dixebitin, lê belê li gel vê jî heqê keda xwe nastînin. Bi hatina havînê re, koçberiya ji bo karkeriya demsalî jî dest pê kir. Transîta ku malbata Bengi û Ay tê de ne û ji bo ku li nav zeviyan bixebitin ji Pirsûsa Rihayê berê xwe dan Erzinganê, li tesîsên bêhnvedanê yên li derdora Kûtûdereya Dersimê rawestiyaye. Di vê wesayîtê de 6 jin û 13 zarokên ku temenên wan dibiniya 18 salan de jî hene. Hevjînên jinan nexwestin em bi jinan re biaxivin. Lê belê li gel vê astengiyê jî jinan zehmetiyên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin vegotin. Nazli Ay (29), anî ziman ku ew ji bo karê tevrikê, eşêf û tovreşandinê diçin Erzinganê û ew ê 5 mehan li wir bimînin. Ay, diyar kir ku ew ji şeveqê heta êvarî li nav erdan dixebitin û wiha got: "Em her cure zehmetiyê dikişînin. Li nav erd di binî tavê de dixebitin, dema baran bibare em mecbûr in ku di nav heriyê de bixebitin." MESAIYA JINAN NAQEDE Naime Ay jî, dest nîşan kir ku ew heqê keda xwe nastînin, lê ji ber rewşa wan a aborî nebaş e ew mecbûr in ku ji bo kar bi riyan kevin. Ay, diyar kir ku dê zarokên biçûk yên bi xwe re aniye jî li nav erd bixebitin û wiha axivî: "Ji ber rewşa maddî em neçar man ku malên xwe biterikînin. Ji bo 30 lîreyî em 12 saetan dixebitin. Em perîşan bûne." Naime Ay, dest nîşan kir ku piştî mesaiya li nav erd, ew hemû karên konê ku vedane jî dikin. Ay, diyar kir ku bi vî awayî hema bêje ew rojê 16-18 saetan dixebitin. JI BO DEYNAN BIDE Havva Bengi, ragihand ku ji ber ku hevjînê wê betal e û ji bo ku deynên wî bide, ew neçarî vî karî dikin. Bengi, anî ziman ku yewmiya mezinan rojê 30 lîre ya zarokan jî 20 lîre ye. Dilan Bengi ya 12 salî jî, anî ziman ku karê ku ew dikin karekî zehmet e û li gel zehmetiya xwe mirovên herêmê bi çavekî biçûk li wan dinihêrin.