Li depoyên komirê ji bo 70 TL jehrê hildikêşin 2017-05-25 09:08:44 ÎZMÎR - Karkerên di depoyên komira menqelê de di nava şertên bêewle û bêtendûrîstî de dixebitin diyar kirin ku ji bo 70 TL jehrê hildikêşînin. Li semta Basmane ya Îzmîrê bi sedan karker di depoyên komira menqelê de di nava şertên bêewle û bêtendûrîstî de tên xebitandin. Karkerên bêrûpêş û bêdestik tên xebitandin ji ber toza komirê ya ku hildikêşin rastî gelek nexweşiyên giran tên.Ligel xebata demdirêj rojê tenê 70 TL digirin û gelek karker jî bêsîgorte ne. ‘EM 10 SEATAN DIXEBITIN’ Karkerê bi navê B.G. ê ku derveyî qeydan tê xebitandin diyar kir ku ew di nava toza komirê de têkoşîna jiyanê didin. B.G. ê ku şopên li ser dest, ru û vucuda xwe nîşandayî da zanîn ku ew rastî kiryarên gelek nebaş tên û muamleyên weke koleyan dibînin. B.G. anî ziman ku ji ber torbeyên komirê yên 70 kîlo dikêşîne pişta wî diêşe û şevê ji ber êşa pişta xwe nikare rabikeve. B.G. destnîşan kir ku ji ber di depoyên lêdixebitin de derfetên paqijî û serşoştinê tunene bi toza komirê diçe malê û wiha got: “Em rojê 10 seatan di nava jehrê de dixebitin. Jehre dikeve ser me ji ber ku depo neguncav in em dibin malên xwe. Em bixwazin û nexwazin em jehrê tevlî malbata xwe dikin. Buhayê em digirin jî têra tu tiştî nake.Hinî ji destê me tê em dixebitin lê patron qet kêfxweş nîn in.Gelek caran ji ber ku keyfxweş nîn in an me ji kar derdixin an jî pereyê me dibirin.” ‘BERDÊLÊ JEHRÊ 70 LÎRA YE’ Karkerê bi navê Alî Yaşa jî diyar kir ku 30 sale havîn û zivistan dixebitine û toza komirê bandorê li tendûrîstiya wî dike. Yaşa anî ziman ku ji ber betalî zêdebûye gelek kesî dest bi karê komira menqelê kir. Yaşa da zanîn ku neçar in bi 70 lîra bixebitin.S