Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Karaca: Heta pirgirêkên civakî neyên çareserkirin ked azad nabe 2017-05-26 12:34:04 ENQERE - Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca yê di 10’emîn Lijneya Giştî ya Egîtîm Sen'ê de axivî diyar kir ku êrîşên li dijî mafê qedera xwe tayînkirina gelen pêk tê êrîşên li dijî pêşeroja gelan e û nirxandina "Heta pirsgirêkên civakî û pirsgirêka kurdan neyên çareserkirin ked azad nabe" kir. Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di bin zextên KHK’ê yên piştî OHAL’ê hatine derxistin 10’emîn Lijneya Giştî pêk anîn. Gelek nûnerên saziyên civakî û nûrên welatên wekî Hollanda, Almanya, Îngîlîstan, Fransa tevlî lijneyê bûn. ‘DI SERKEFTINÊ DE TU GUMANÊN ME TUNE NE’ Axaftina vekirinê ji aliyê Serkreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Mesut Firat ve hat kirin. Firat, kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîranî û wiha got: “Ligel hemû zextan jî em ê têkoşîna ku me ji TOS, TOBDER girtiye bidomînin û di serkeftinê de tu gumanên me tune ne.” ‘ME RÛMETA TÊKOŞÎNA XWE JIYA’ Di Lijneya Giştî de Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca, jî axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyek ku êrîş û îxrackirin di domin de lijneya xwe pêk tînin. Karaca, anî ziman ku ew bi dorpêçkirina mafê herî bingehîn ê kedkaran re rû bi rû ne û wiha got: “Pergal ketiye nava rizînek kûr, her ku diçe êrîkartir dibe û di asta cîhanî de pergal otorîtertir dibe.” Karaca axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her qetlîama li dijî mafê gelan ê diyarkirina qedera xwe hat pêkanîn li dijî pêşeroja mirovan hat pêkanîn. Piştî riya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi demokrasî û aştiyane dê hatiba çareserkirin hat girtin, ji bo AKP îktîdara xwe bidomîne di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de me êrîşa bibombeyî dît. Di êrîşa 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de 101 hevalên me jiyana xwe ji dest dan.” ‘PEYWIRA HERÎ BINGEHÎN BILINDKIRINA DENGÊ AŞTIYÊ YE’ Karaca, da zanîn ku peywira herî bilez ewe ku dengê aştiyê bê bilinkirin û yeketiya têkoşîn û piştevaniyê hundanine û wiha pêde çû: “Ji bo demokrasî bê pêkanîn pêwîste pirsgirêka kurd bê çareserkirin, azadiya bawerî û kedê bê pêkanîn. Bi OHAL û KHK’yên xistine meriyetê hezar 547 endamên Egîtîm Sen'ê, 3 hezar û 249 endamên KESK’ê hatin îxrackirin. Hikûmet dixwaze dewletê ji nû ve dizayn bike. Egîtîm Senê û KESK’ê helwesta xwe ya li dijî darbeyê dabî holê. Em li dijî êrîşên AKP’ê bêdeng neman. Tu sendîka xwedî li endamên xwe yên hatine îxrackirin derneketin lê em daketin qadan û me got em ê teslîm nebin. Dixwazin sûcên pêkanîne bi me serê wan bigirin. Dest ji hesap pirsîna darbekaran berdane û darbeya li dijî hemû kesên ne ji wanin dane destpêkirin.” Karaca, bi lêv kir ku îxrackirina endamên KESK û Egîtîm Senê înfaza bêdaraze û wiha axivî: “Ev hemû biryar di çavê me de dijqanûnî û bêhikmin. Em Nuriye Gulem û Semîh Ozakca silav dikin û em dixwazin hemû kedkarên hatine îxrackirin peywira wan li wan vegerînin.” Lijne bi axaftina beşdarvanan didome.