Greva karkerên ambalajê di roja 4'emîn de ye 2017-05-27 09:03:38 ÎZMÎR - Greva karkerên fabrîkaya Forum Koruyucu Ambalajê di roja 4'emîn de ye. Li fabrîkayê hilberînerî bi temamî hatiye rawestandin. Li Torbali Ayrancilarê ya Îzmîrê, li fabrîkaya Forum Koruyucu Ambalajê ji ber nelihevkirina peymana kar a giştî ya di navbera kardêr û Sendîkaya Seluloz-Îş'ê ya girêdayî Turk-Îş'ê de grev dest pê kir û 4 roj in ku ev grev didome. Ji ber grevê hilberîneriya li fabrîkayê niha bi temamî hatiye rawestandin. Rêveberê Sendîkaya Seluloz-Îş'ê Aykut Gunel, anî ziman ku ji sersalê heta niha ve ew û kardêr li hev rûdinên, lê belê piştî ku kardêr dawî li hevdîtinan aniye ji bilî grevê tu alternatîfeke wan a din nemaye. Gunel wih got: "Bi qasî 55 madeyên peymana giştî hene û li ser 50 madeyî lihevkirin çêbû. Lê belê madeyên ku peymana giştî ber bi grevê birin; madeyên heqdest, xebata zêde û rêjeyên îkramiyeyê ne. A rast ev madeyên sereke ne." 'JI BER KU GEF LI SERMAYEYÊ XWAR HAT QEDEXEKIRIN' Gunel, diyar kir ku tim mafên kedkaran tên xespkirin û ji bo greva karkerên caman a ku ji aliyê hikûmetê ve biryara taloqkirina wê hat dayîn wiha got: "Bi taybetî di 15 salên îktîdara AKP'ê de 12 grev hatin qedexekirin. Di sala 2017'an de 4 grev hatin taloqkirin. Ev xetere ji bo me jî didome." Gunel, diyar kir ku hikûmet bi hinceta "Ewlehiya netewî tehdît dike" grevan qedexe dike, lê belê ew vê hincetê qebûl nakin. Gunel wiha axivî: "Kedkar, karker 'ewlehiya netewî' tehdît nakin. Ji bo daxwazên me yên mirovane bi cih bên em dikevin grevê. A rast ji ber ku grev sermayeyê tehdît dikin, tên taloqkirin. Em van grevan ji bo ku em ewlehiya netewî an jî tiştekî din tehdît bikin nakin. Ji bo em mafên xwe yên mirovane bi dest bixin dikin." Gunel, dest nîşan kir ku heta ku daxwazên wan bi cih neyên ew ê greva xwe bidomînin. 'HETA EM HEQÊ KEDA XWE NESTÎNIN EM Ê BIDOMÎNIN' Nûnerê Cihê Kar Mehmet Ali Atak jî, anî ziman ku ji bo ew heqê keda xwe bistînin wan dest bi grevê kiriye û wiha got: "Heta ku daxwazên me bi cih neyên, em ê vê greva xwe bidomînin. Bi nêvengî em hezar û 500 lîre meaş distînin. Ne mumkun e ku mirov bi vî pereyî debara xwe bike." Atak, dest nîşan kir ku ji ber ku karê wan karekî girane li gelek karkeran fitqo peyde bûye. Atak daxwazên karkeran wiha rêz kirin: *Divê li cihê kar ferqa di navbera heqdestan de ji holê bê rakirin û şert û mercên kar bên başkirin. *Li fabrîkeyê meaşê karkeran bi nêvengî hezar û 500 lîre ye, lê belê divê bi awayekî wekhev zemeke 450 lîre bê kirin. *Divê ji sedî sed mesaîyên pir bên zêdekirin. *Mafê îkramiyeyê ya ku 35 roj e, divê wek 120 rojan bê guherandin.