Di nava tunebûnê de jiyana penaberiyê 2017-05-29 09:08:15 EDENE - Karkerên demsalî yên bi heviyekî tên Çukurovayê di şertên bêewlehî tên xebitandin, keda wan tê xwarin. Karkerê bi navê Saît Dînç diyar kir ku di nava xizaniyê de jiyana penaberiyê dijîn. Bi hatina mehên havînê ve ji Riha, Amed, Mêrdîn, Semsûr û Şirnexê kedkarên demsalî yên ji bo karkeriya demsalî tên Çukurovayê yi taxên Mîsîs û Kurkçuler ên navçeya Yuregîrê ya Edeneyê li qiraxên riyan kn vedidin û li vir dimînin. Karkerên demsalî yên bi zarokên xwe re ji bo debara xwe dadikevin riyan di şertên bêtendurist û bêewle de dixebitin. 'DI GERMAHÎ Û HERIYÊ DE ZEHMETIYÊ KON' Karkerên ku bi malbatên xwe re di kon de dimînin havînê ji ber germahiyê, di rojên baranê de ji ber baran û heriyê zehmetiyên mezin dikişînin. Hefteya borî ji ber barana ku 3 hefteyan barî karker li konan di nava heriyê de man û 3 rojan nekarîn li hundir bimînin. Li konan ceryan tuneye û bi ava ku tankeran tînin jî pêdiviyên xwe yên avê bi cih tînin. Ji ber ku av bi rojan di tankeran de dimînin ev yek dibe sedema nexweşiyê. Piştî ku hewa germ bû jî ji ber mêşan li konan nikarin bimînin. Karkerên ku serê sibehê saet di 05.00'an de radibin bi wesayîtên ku tên ber konan ve ber bi zeviyan ve derdikevin rê. Karkerên ku tên zeviyan li vir taştê dixwin û piştre dest bi karê xwe dikin. Karkerên ku heta nîvro dixebitin, xwarina ji konan tînin nîvro dixwin. Piştî saetê bêhna xwe vedidin, karker li zeviya pîvazan heta êvarê roj diçe ava û tarî dibe dixebitin. Karkerên ku şefaqê tên êvarê tariyê de dîsa berê xwe didin konan. 'EM HEQDESTÊ XWE NIKARIN BIGIRIN' Omer kuhak ê ku 10 sal in wekî karkerê demsalî dixebite ji Rihayê derdikeve rê tê ewil tên Edene, Hatay, Enqere û Amasyayê û di qada çandiniyê de dixebitin got ku di şertên zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Kuhak wiha got: "Li Rihayê ji ber ku axa me tuneye em dikevin ser van riyan. Em dîlên axayan e. Ger ku li Rihayê axa me hebûya me ev zehmetî nedikşand. Sibehê heta êvarê em wekî kole dixebitin. em heqdestê xwe nagirin. Dixebitin heta ku xwediyê mal, malên xwe nafiroşe pereyên me nade." 'DI NAVA XIZANIYÊ DE JIYANEKÎ PENABER' Karkerê bi navê Saît Dînç ê li Amedê piştî ku gundê wan ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin koçî navçeya Dortyolê ya Hatayê kirine jî ji wê rojê heta niha diyar kir ku li Edene, Enqere, Hatay û Amasyayê di zeviyan de xebitiye. Dînç ê gotina "em heqdestê xwe negirin" bi kar anî diyar kir ku rojaneya ku digirin têra wan nake û wiha got: "Binêre rojê cot rojaneyê digirim. Roja borî baran barî; 10 rojan em neç^^un kar. Di mal pere bike em jî pere bigirin. Jixwe qîmeta pere nemaye. Em di nava tunebûnê de jiyana penaberiyê dijin. Dema nexweş bikevin di berika me de pere tunebe em nikarin biçin nexweşxaneyê. Rewşa me ev e. Ji bo hêviyê tên van deran. Lê tiştên ku hêvî dikin nabînin." Dînç da zanîn ku ji ber lavabo tuneye zarok û ew nexweş dikevin, dema ku baran dibarenikarin ji konan derkevin di germahiyê de jî li konan nikarin bimînin.