Bi sefariyê ve hosta jî tune dibin! 2017-05-29 09:10:27 ÎZMÎR - Bi endustrîbûnê ve hostayên sefariyê yek bi yek ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan, nûnerên dawî yên pîşeyê birayên Bartik diyar kirin ku bi nûnerên dawî re pîşe jî dê tune bibe. Li navçeya Konakê ya Îzmîrê li sûka dîrokî ya Kemeralti hostayên sefariyê ku hejmara wan heta salên 1960'an 130 kes bûn niha tenê herdu birayên bi navê Azîz û Yaşar Bartik mane. Herdu birayên Bartik ên nûnerê dawî yên sefariyê ne hem pîşeya xwe didin jiyankirin hem jî li dijî endustrîbûnê têdikoşin. Birayên Bartik ên hostayên dawî yên pîşeya sefariyê ya wekî pîşeya ermenan tê zanîn in di 1924'an de dema ku di navbera Tirkiye û Bulgarîstanê de peyman tê çêkirin, tên Tirkiyeyê û zarokên malbatekî bulgar in. Piştî ku ermen û rûmên dawî yên ku mecbûr dimînin biçin ewil kalên birayên Bartik vî pîşeyê dike niha jî ew dikin. HEMÛ HOSTEYAN JI BER PENÇEŞÊRÊ JIYANA XWE JI DEST DAN Azîz Bartik diyar kir ku hemû hostayên ku bi hevre dixebitîn ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dane, hrî dawî ew tenê mane. Bartik diyar kir ku bavê wî Nazmî Bartik jî 50 salan wekî hostayê sefariyê xebitiye, niha bavê wî jî nexweş e. Bartik wiha axivî: "Ji ber ku em her tim di nava asît, kostîk û asîda hîdroklorîk de ne ev nexweş dixe. Em herdu hostayên dawî em çi bikin jî dawiya me yan pençeşêr e yan jî bêhntengî ye. Em dizanin dawiya me pençeşêr e lê em nikarin karekî din bikin." 'KÊM BE JÎ VEGERA SEFAR HEYE' Bartik destnîşan kir ku paşerojê mirov bi sefarî mezin dibûn, kevcî û hemû tişt ji seferê bû, bi endustrîbûnê li hemberî pola, alîminyum û kromê sefarê girîngiya xwe winda kir. Bartik wiha axivî: " Wekî ku mirov li malekê bê sewax rûdinên di beroşên pola û alîmînyum xwarina xwe çêdikin. Sefar bêhtir bi tendurist e, yên ku vî fêm dikin kêm be jî vedigerin sefarê." 'NÛNERÊN DAWÎ DÊ WINDA BIBIN' Bartik got ku ew ji bo zarokê xwe jî sefariyê pêşniyar nake û wiha berdewam kir: "Agirê ku em lê dinêrin dibe sedema ku em pirsgirêkên çav bijîn, dema uk dikuxin belxama reş ji devê me tê. Pereyê sefariyê xweş e lê min hostayê ku dawiya wan baş e qet nedît. Di pêşerojê de rewşa min jî wisa be. Kesên ku ji bo cem me bixebitin tên herî zêde 10 rojan li ber xwe didin, ên ku berdewam dikin namînin. Me 50 kes bi vî rengî girt kar lê berdewam nekirin." Bartik anî ziman ku sefarî ligel ku di nava pîşeyên winda dibin de ye jî ji bo winda nebe nayê parastin, bi nûnerên dawî ve ev pîşe jî dê winda bibe. Yaşar Bartik (40) jî diyar kir ku hê di 12 saliya xwe de dest bi sefariyê kiriye û dema ku dest kar kiriye 20 hoste hebûne. Bartik got ku bi serdema hemdem ve eleqeya ji bo sefariyê kêm bû, asîta ku di sefariyê de tê bikaranîn lebatên mirovan tune dike. Bartik diyar kir ku 33 sal in vî karî dike, ji karê xwe hez dike lê şertên wan ne baş in û wiha got: "Li sûka dîrokî du hostayên dawî yên sefariyê ve pîşe jî winda dibe, li şûna me di pêşerojê de hoste tuneye."