'Dewlet ji ber ku quralên pêwîst bi cih nayne karesatên madenan diqewimin' 2016-12-04 11:20:36 STENBOL- Serokê Odeya Endezyarên Madenê yê Stenbolê Mesut Erkan, diyar kir ku di qada madenvaniyê de ji ber ku stratejiyekî dewletê tuneye û quralên pêwîst danayne karesatên madenan çêdibe û nirxandina "Di serî de ji bo hilberînê dana zorê dê pêşiya karesatan veke. Ji bo bûyerên ku li ber çavan e û tê ferasetekî ku qeder e nabe." Di serdema împaratoriya Romayê de li nêzî Îzmîtê, bawerî ew bû ku Sanka Barbara ya madenvanan diparêze di 4'ê kanûnê de li kan bi cih bûye û ev roj li Anatolyayê û piştre jî li hemû Ewropa û cihanê wekî "Roja Madenvanan a Cihanê" tê pîrozkirin. Yek ji welatên ku herî zêde qezayên madenan çêdibe û bi sedan karker jiyana xwe ji dest didin jî Tirkiye ye. Li navçeya Somayê ya Manîsayê di gulana 2014'an de di karesata ku 301 karkerên madê jiyana xwe ji dest da hê jî bandora vê bûyerê didome. Li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê dubarekirina vî bûyerê pirsa "Êdî heta kengî" bi xwe re anî. Bi munasetema 4'ê Kanûnê Roja Madenvanên Cihanê em bi Serokê Odeya Endezyarên Madenê yê Stenbolê Mesut Erkan re der barê şertên ku karkerên madenê dixebitin û sîstema li Tirkiyeyê axivîn. 'HÊ JÎ RÊZIKNAMEYEKÎ DIKARE PÊK BÊ NEHATIYE DERXISTIN' Erkan anî ziman ku Tirkiye di nava welatên cihanê de xwedî çavkaniyên girîng in û pirsa "gelo li Tirkiyeyê madenvanî li cihê ku îro di nav de be" bê nîqaşkirin. Erkan destnîşan kir ku di demên dawî de kanên madenan bi karesatan ve di rojevê de ne. Erkan destnîşan kir ku ji bo madenvaniyê bingeh avakirin û komira ku tê derxistin bixin xizmeta welat tiştekî baş e û wiha berdewam kir: "Lê çiqas rast tê bikaranîn? Çiqas serkeftî ye? Divê bê nîqaşkirin. Dema ku em dinêrin guhertina qanûna madenê ji bo ku pêşiya sektorê veke dibe ku xebatek be, lê hê jî rêziknameya ku dikare pêk bê nehatiye derxistin. Dewlet bi tiştên din ve mijul dibe ji ber vê yekê jî qanûnên pêwîst dernexist. Di bin navê ez ê sererastkirinên qanûnî bikim de gelek tişt hat paşguhkirin." Erkan diyar kir ku divê ewil stratejiyekî welat a ji bo madenvaniyê hebe û polîtîkayên xwe baş diyar bike. 'DI NAV DE RANT HEYE' Erkan da zanîn ku ji ber bingeha rast nayê avakirin karesat tên jiyîn û wiha axivî: "Dema ku mirv dinêre teknîkên baş nayên bikaranîn, sererastkirinên qanûnî yên ku pêşiya razemeniyan veke nayê kirin. Di şertên baş de çavkaniyên binerdê bikaranîn di nava hedefên sereke de ye, ewlehiya kar, tenduristiya kar hem jî di warê hawirdorê de ev tişt nayê kirin. Wekî Odeya Endezyarên Madenê misyona ku me girtiye li ser xwe ji bo ku madenvanî di qademeyên dewletê de cih bigire xebatan didin meşandin. Lê em çiqas encamê digirin ew jî mijara nîqaşê ye. Çiqas tedbîr girtine, teknîka rast hatiye bikaranîn ev ne xema wan e. Ji ber ku wekî min got di nav de rant heye." 'DIVÊ DEWLET MEKANÎZMAYA RAST AVA BIKE' Erkan diyar kir ku ji ber ku dewlet quralên êwîst danayrne holê, ji ber ku qural jî tuneya kontrolê nake, divê dewlet mekanîzmaya rast ava bike û kontrolkirina madenan bike tiştekî mecbûrî. Erkan anî ziman ku bi vekirina pêşiya taşeronbûnê, mirov bi daxwaza kar dê hertim bixwazin qezenc bikin ev jî dê hin tiştan paşguh bike, di serî de jî hilberandina bi zorê dê pêşiya karesatê veke û nirxandina "Divê wekî dewlet tişta ku bê kirin qanûna rast, pêkanîna rast û kontrola baş e." Erkan anî ziman ku dema "qezayek" çêdike jibilî kesên ku ji bo vê bingeh avakirine ewil endezyarên madenê gunekar tên îlankirin û darizandin lê dema ku ew tên darizandin jî di warê teknîka rast çiqas destên wî rehet e çiqas bi awayekî azad dixebite jî mijara nîqaşê ye. Erkan bilêv kir ku fîrma li dijî rîskan tedbîran nagirin dewlet jî kontrolê nake di rewşekî wisa de her tiş dikare biqewime. Erkan ji bo vê yekê karesatên li Soma û Şîrvanê ji bo vê yekê mînak nîşan da û wiha got: "Di bûyerên ku li ber çavan e û wekî ku dibêjin ez têm de qusurê nenêrin feraseta ku 'ger xwedê bixweza dê xilas bike, xwadê bixwaze dê bikuje, qeder e' nabe. Di ol da jî tê gotin kera xwe li cihê saxlem girêbide piştre tewekul bike."