Karkerên di grevê de ne: Em mafê xwe dixwazin 2017-06-05 09:07:56 ÎZMÎR - Karkerên Fabrîkeya Ambalajên Parêzer ên Formê di roja 13’yemîn a greva xwe de diyar kirin ku heta mafên xwe yên azadiyê bidest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Em xêrê na mafê xwe dixwazin. Tazminata qidemê pêşeroja me ye.” Greva ku ji ber hevdîtinên 3’yemîn Hevpeymana Kar a Giştî (TİS) a di navbera karkerên sendikaya Seluloz-İş a girêdayî Turk-İş a Fabrîkeya Ambalajên Parêzer ên Formê ya li Ayrancilara navçeya Torbaliya Îzmîrê ne gihişt encamekê destpê kir di roja 13’yemîn de berdewam dike. Karkerên ji ber pereyê kêm ê ku karsaz didin li fabrîkayê kar rawestandin, diyar kirin ku heta mafê xwe bigirin ewê greva xwe bidomînin. 'BI ÇOŞ Û BIRYARDARIYA ROJA YEKEM’ Nûnerê cihê kar Mehmet Atak ê ku 13 sale di hilberînê de operatöre diyar kir ku hema hema heqdestê kêm digire û wiha got: “Şert û mercên karê me giranin, her roj 10 ton bar radibe li ser pişta me. Em beramberê vê nagirin. Grev wekî roja yekemîn bi çoş û biryardarî didome. Ger karker heq destê xwe nagire divê nexebite û heta daxwazên me bi cih bên em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hikûmet dixwaze tazminata qidemê veguherîne fona hebûnê, ev nayê qebûlkirin. Tazmînata qidemê pêşeroja me û zarokên me ye. Ger tazminata qidemê veguherîne fona hebûnê dê dawiya me bê. Ev qanûn ji bo karsazan hatiye derxistin tu fêdeya karkeran jê tune ye.” Karkerê bi navê Olcay Savci ku 11 salin di fabrîkayê de dixebite da zanîn ku ji ber karê giran di hemû karkeran de fitiqa piştî derketiye û wiha pêde çû: “Ligel ev qas sal xebatê hêjî me pereye heqdestê kêm digirin. Dema li piyasayê tê nêrîn pereyê em digirin pir kême. Pereyê em dixwazin mafê me ye. Pirsgirêk ewe ku heq dest evqas kême. Di şert û mercên îro de divê ji bo malbatek 4 kesî bibe 1800 lîre. Bi vî pereyi tenê lêçûnên bingehîn tê kirin. Em mijara tazminata qidemê veguherîne fona hebûnê ku karkeran eleqedar dike ji nêz ve dişopînin. Tazmînata qidemê pêşeroja me ye. Bizaftin û mafê zarokên me ye. Em nikarin wê jî bidin fona hebûnê.” 'BIBE ROJA 113’Ê JÎ EM Ê BERDEWAM BIKIN’ Ramazan Gezgîn ku 10 sale di fabrîkeyê de dixebite bi lêv kir ku ji ber şertên giran ên xebata wan vî pereyi heq dikin û wiha domand: “Em ê heta roja dawî greva xwe bidomînin. Ne 13 roj bibe 113 roj jî em ê grevê bidomînin. Em qedexekirina greva karkeran jî qebûl nakin. Wekî karker em ê di her firsendê de ji bo mafê xwe biçin grevê.” 'EM XÊRÊ NAXWAZIN MAFÊ XWE DIXWAZIN’ Karkerê bi navê Nîhat Uçar, bi lêv kir ku ligel berpirsyariya ew digirin û şertên kar ên giran pereye digirin gelek kême, fabrika pere qezend dike lê mafê wan jî dixwe. Uçar, diyar kir ku ew wateyê nadin xwarina mafê karkeran, ew xêrê naxwazin mafê xwe dixwazin û wiha axivî: “Çapemeniya hewzê bi zanebûn greva karkeran nabîne. Ji bo dengê me bê bihîstin divê rêxistinên civaka sivîl, çapemenî û hemû kes tişta bikeve ser mile wan pêk bîne. Dixwazin tazminata qidemê veguherînin fona hebûnê. Heqdestê kêm di bin sînorê birçîbûnê de ye. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Em dixwazin dawî li van bêmafiyan bînin. Bi taybet di mijara heqdestê kêm de berpirsyarî dikeve ser mile hikûmetê. Hemû kes mesrefa malbatek 4 kesî dizane. Divê li vî welatî heqdestê kêm 1800 TL be. Divê karker heqdestê xwe bigirin. Tiştekî din ê ku ez bêjim tune ye.”