Çerkezoglu: Divê ji bo tazminata qidemê pêşî li xebata qayîşokî bê girtin 2017-06-05 10:24:01 ENQERE - Sekretara Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku tazminata qidemê veguherîne fona hebûnê tê wateya xespkirina mafê karkeran û wiha got: “Ger dixwazin mafê karkeran bi parêzin û tazminata qidemê misoger bikin divê pêşî li serkarî û bê ewle xebitandina karkeran bê girtin.” Tazminata qidemê ku hikûmeta AKP’ê di sala 2013’yan de anî rojevê û ji ber bertekên sendîka û rêxisitnên civaka sivîl ji demê re hat hiştin, carekdin ket rojevê. Hikûmeta ku da nîşan dê piştî carekdin bikeve rojevê daxuyaniya yekemîn piştî civîna Lijneya Wezîran a 29’ê Gulanê ji aliyê Cigirê Serokwezîr Numan Kurtuluş hat dayîn. Derbarê mijarê de Serketera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku tazminata qidemê veguherîne fona hebûnê tê wateya xespkirina mafê karkeran û wiha got: “Tazmînata qidem3e 42 sale tê nîqaşkirin. Ji sala 1975’an heta niha hikûmeta dixwazin tazminata qidemê veguherînin fona hebûnê. Herî dawî di sala 2013’yan de AKP’ê pêşnume amade kir û me wekî DÎSK çalakiyên cuda li darxist û me pêşnume paşde vegerand. Lê piştî referandumê hikûmetê carekdin anî rojevê. ‘SERERASTKIRIN JI ALIYÊ HIKÛMETÊ VE TÊ VEŞARTIN’ Çerkezoglu, da zanîn ku sererastkirina tazminata qidemê ji aliyê hikûmetê ve tê veşartin û wiha pêde çû: “Hikûmet qanûnek ev qes girîng bi agahiyên daxuyan çêdike. Hêjî pêşnûmeyek ne gihiştiye ber destê me, ji destpêkê ve em li dijî vê rewşê ne. Guhertina nû çiye, hikûmet dixwaze çi bike bila vebêje, me xwest em bi hev re vê pêşnumê nîqaş bikin; Lê hikûmet bi înat vê pêşnumeyê venabêje. Divê ev meseleya ku 20 milyon kesî eleqedar dike bi awayekî vekirî bê nîqaşkirin. Bi agahiyên daxuyan dixwazin rewa bikin. Bi vê hikûmeta AKP’ê dixwaze jîngeha kedê bê ewle û qayoşîkî bike. Tazminata qidemê veguherîna fona hebûnê tê wateya xespkirina mafê bingehîn ê karkeran.” ‘BERPIRSYARIYA KARSAZ NAMÎNE’ Çerkezoglu, bal kişand ser gotinên “Li Tirkiyeyê maliyeta kesên ji kar tên derxistin bilinde, tazminata qidemê veguherînin fona hebûnê” ya karsazan û wiha domand: “Dixwazin tazminata qidemê veguherîne fona hebûnê û berpirsyariya karsazan ji holê rake û kengî bixwazin karsaz dikarin karkeran ji kar derbixin.” ‘KARSAZ BÊEWLEHIYÊ DIXWAZIN’ Çerkezoglu bal kişand ser daxuyaniyên sendîkayên karsazan a “Divê sererastkirin demildest bê rawestandin” û ev tişt got: “Karsaz jî gelek gumanê wan hene. Li welatekî ku bazara hêza kar heye, guherandina kidema tezmînatê hin berpirsyaran datîne ser milê karsazan. Ji ber vê karsaz tengezariyê xwe tînin ziman. Karsaz tişta ku tenê dixwazin ne ne ew fon dewr bê girtin, dixwazin têildarî jiyana kar hin guhertin pêk were. Karsaz karen bê ewle dixwazin. Dixwazin li gorî xwe karkeran bidin xebitandin.” ‘DIVÊ RÊ LI BER TAŞERONÎ BÊ GIRTIN’ Çerkezoglu diyar kir ku ji sala 1936’an vir ve li Tirkiyê pêkanîna tezmînata qidemê heye û wiha got: “Bi rêbazên cuda û derveyî qeydan tezmînata qidemê ya karkeran ji aliyê karsazan ve tê xespkirin.” Çerkezoglu da xuyakirin ku ne sitendina tezmînata qidemê ji aliyê Wezîrê Xebatê ve jî hatiye qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro ne sitendina tezmînata qidemê ya karkeran ne pergala tezmînata qidemê ya heyî ye. Xebitandina bê ewle, taşeronî û xebitandina li derveyî qeydkirinê ye. Divê ku ji bo parastina mafê tezmînatê li dijî karkeriya bêqeyd û taşeronî bê derketin. Riya vê jî di pergala tezmînata qidemî ya heyî de derbas dibe.” ‘DÊ TIRKYE BIBE DOJEHA KEDÊ’ Çerkezoglu sererastkirina qanûna Karmendên Dewletê ya hejmara 657 bibîr xist û got ewlehiya karmendan ji holê tê rakirin û heke ev sererastkirin pêk werin dê Tirkiye bibe dojeha kedê. Çerkezoglu da zanîn ku bi OHAL’ê re sermaya biyanî ji Tirkiyê direve û got dê ji bo kedkarên Tirkiyê bibe dojeh. Çerkezoglu di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser têkoşîna DÎSK’ê û bang kir ku kesên alîgirên kedê ne divê xwedî li têkoşîna wan derbikevin.