Di meha Gulanê de 146 karkeran jiyana xwe ji dest da 2017-06-05 12:49:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa İSİG’ê diyar kir ku di meha Gulanê de herî kêm 146 û di 5 mehên îsal de jî herêi kêm 741 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsa Tendirûstî û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora cînayetên kar a meha Gulanê aşkera kir. Li gorî raporê di meha Gulanê de herî kêm 146 û di 5 mehên îsal de jî herêi kêm 741 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de derbarê beşbûna cînayetên kar de ev agahî hatin dayîn: “Di beşa çandinî-daristan 37, Înşaat-rê 30, barkêşî 23, bazirganî-buro 15, madenîye 7, metal 6, bicihbûn 6, şaredarî-karên giştî 5, tendirûstî-xizmetên civakî 4, dar-kaxez 3, petro-kîmya-lastîk 2, çîmento-cam 2, parastin-ewlehî 2, xurek-şeker 1, tekstîl-cem 1, enerjî 1, karkerekî beşa karê wî nehat diyarkirin jiyana xwe ji dest daye. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane 5 zarokên karker ên 15-17 salî jî hene.” Di raporê de hat diyarkirin ku divê dawî li taşeronbûnê û karkeriya bikîre bê anîn û berpirsyarên cînayetan karsaz, burokrat û partiyên siyasî divê werin darizandin.