Karkerên betal tora rêxistinê ava dikin 2016-12-05 09:24:31 ANTALYA - Karkerên li Antalyayê di sala dawî de ji ber şer û qeyrana aborî betal man, li dijî betaliyê tora rêxistinê ava dikin. Karkerê turîzmê Velî Erdogan diyar kir ku qeyrana aborî bû sedema betalî û deyndarbûna wan. Karker Erdogan anî ziman ku civînan pêk tînin û xwe bi rêxistin dikin. Li Tirkiye piştî şerê navxweyî dest pê kir û qrîza Tirkiye ya bi Rusya re dest pê kir, betalî, xizanî û qeyrana abori zêde bû. Niha jî roj bi roj dolar zêde dibe û tl bê qîmet dibe. Herî zêde bajarê turîzmê Antalya ket bin bandora qeyrana şer û aboriyê. Karkerên turîzmê ku di vê pêvajoyê de betal man, li dijî qeyrana aborî û betaliyê dest bi rêxistinbûna xwe kirin. Pi taybetî piştî 24'ê Mijdara 2015'an ku Tirkiye balafira şer a Rusya xistin, 2 meh şûnde li Antalya 80 hezar karkerên turîzmê ji kar hatin derxistin. Di 11 mehên 2016'an de jî 200 hezar karkerên turîzmê betal man. Karkerên ku debara wan li ser turîzmê bû, piştî betal man, êdî nikarin debara xwe bikin û ketin bin deynan. Karkerên betal man, li dijî polîtîkayên betalî, xizanî û qeyrana aboriyê dest bi rêxistinbûnê kirin. Karkerên turîzmê di 30'ê mijdarê de li hev kom bûn û rewşa qeyrana aborî û betaliyê niqaş kirin. Karkeran li Antalya tora rêxistinbûnê ava kirin û dest bi lêgerina çareseriyê kirin. Sendika û rêxistinên karkeran ên bajar li hev kom bûn û betali niqaş kirin. Karkerê Turîzmê Veli Erdogan têkildarî rewşa karkerên turîzmê û rewşa betaliyê diyar kir ku piştî qeyranê û betaliyê karkerên turîzmê pêdivî bi rêxistinbûnê dîtin. 'QRÎZ DIBE BETALÎ Û VEDIGERE' Karkerên turîzmê Erdogan, da zanîn ku demek dirêje di nava xizaniyê de dijîn û nanozikê dixebite. Karker Erdogan, bilêv kir ku heta niha wan xwe bi rêxistin nekir û wiha got: "Wekî rêxistinên kedê di vî milî de pir lawaz û qels in. Piştî qirîza aborî û şer betaliyê jî dest pê kir. Ji ber betaliyê êdî em nikarin debara xwe bikin û her diçe rewşa me xerab dibe. Bi deh hezaran karkerên turîzmê îsal betal man. Bi deh hezaran karker di nêvîyê demsala kar de ji kar hatin avêtin. Qrîza aboriyê bû betalî û xizanî li me vegeriya. Ji ber vê yekê êdî me pêdivî dît ku li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin. Em civînan pêk tînin û xwe bi rêxistin dikin." 'BARÊ QEYRANÊ AVÊTIN SER KARKERAN' Karkerê Turîzmê Firat Yildirim jî anî ziman ku îsal demsala turîzmê dereng dest pê kir û wiha got: "Min li Belekê ajokarî kir. Lê bi mehan ez betal mam. Dema ez xebitîm jî hêj min heqê keda xwe negirtiye. Îsal turîst nehatin û gelek otel vala man. Xwediyê otelan zerara xwe ji pişta karkeran derdixin. Em êdî naxwazin barê vê qirîzê bidin pişta xwe." 'DIVÊ EM JI VÊ YEKÊ RE BÊJIN BES E' Yildirim, da zanîn ku herî zêde ew barê betalî, xizaniyê didin ser milê xwe û xwest êdî hemû karker ji vê rewşê re bêjin bes e. Yildirim, ani ziman ku li gel hemû kêmasiyan dîsa tên cem hev û got: "Em bang li rêxistinên kedê û sendîkayan dikin ku piştgiriyê bidin wan. Bi deh hezaran karker hatin nokteya teqînê. Em dixwazin hemû sendîkayên kedê bên vir piştgiriyê bidin.