Her yek ji wan xwedî çîrokeke cuda ye 2017-06-07 09:07:50 WAN - Karkerên ku li Artemêtê ji bo debara xwe bikin li nav zeviyên sîran dixebitin, her yek ji wan xwedî çîrokeke cuda ye. Ji karkeran hin jê bi darê zorê ji gundên xwe hatine derxistin, hin jê mamosteyên ku nehatine tayînkirin û hin jê jî xwendekar in. Karker her roj bi beramberiya 40-50 lîreyî eşêfiyê dikin. Karkerên ku li nav zeviyê sîran ê gundê Sevêkirek ê Artemêtana Wanê dixebitin, her yek ji wan xwedî çîrokeke cuda ye. Ji karkeran hin jê bi darê zorê ji gundên xwe hatine derxistin, hin jê mamosteyên ku nehatine tayînkirin û hin jê jî xwendekar in. Karker her roj bi beramberiya 40-50 lîreyî eşêfiyê dikin. ‘HEKE PERÊ MIN HEBÛNA MIN Ê DÎSA HEYWAN BIKIRIYANAN Û LI GUND BI CIH BIBÛNAMA' Yek ji wan karkerên ku serê sibehê saet di 06.00'an de radibe û heta 17.00'ê êvarî dixebite Suleyman Avşarê 65 salî ye. Avşar, dibêje ku ew di sala 1996'an de bi darê zorê ji gundê Şîwreş ê li herêma Nordizê ya navçeya Payîzava ya Wanê hatine derxistin. Avşar, tîne ziman ku dema ew li gund bûn ew bi sewalvaniyê re bilî dibûn û rewşa wan a aborî baş bû. Avşar, diyar dike ku tam 7 salan wan nikaribûye vegere gundê xwe yê ku cerdevanan ew talan kiriye û ji ber vê neçar mane ku heywanên xwe bifiroşin. Mezûnê lîseyê Avşar, li gel vî temanê xwe yê zêde jî ji neçarî li nav zeviyên sîran dixebite û wiha dibêje: "Ji ber ku di dest me de tiştek nema, niha ji bo debara xwe bikim bi vî halê birojî ji sibehê heta êvarî li nav vî erdî dixebitim. Ji ber heywan buha ne nikarim bikirim. Heke perê min hebûna ez ê careke din biçûma gundê xwe. Ji serê sibehê heta êvarî em li vir dixebitin, bi zorê em heqê nanê xwe derdixin." ‘JI BO NEBIM BAR DIXEBITIM' Perî Avşar (20), ku tevî bavê xwe Suleyman Avşar li heman zeviyê dixebite, dibêje ku çi li malê û çi li nav erd ji bilî têkoşînê tu alternatîfeke jinan tune ye. Avşar, dest nîşan dike ku berê ew li atolyeya tekstîlê dixebitî û wiha dibêje: "Ji bo bidestxistina pereyan em mecbûr in ku bixebitin. Dixwazim dibistana xwe bidomînim, lê rewşa malbata min li holê ye. Ji bo nebim barê malbatê dixebitim." BIROJ LI NAV ERD GIHA BERHEV DIKE, ÊVARÎ LI MALÊ DERS DIXEBITE Mamosteyê Wêjeyê Bedri Kulter, ku 2 sal berê ji Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bû, ji sibehê heta êvarî li nav erd dixebite. Kulter, dibêje ku wî zanîngeha qedandiye lê belê tayîna wî çênebûye û wiha diyar dike: "Ji bo em jiyana xwe îdame bikin em li nav erd dixebitin. Biroj li nav erd giha berhev dikim, êvarê jî li malê li KPSS'ê dixebitim. Rewşa Tirkiyeyê li holê ye, rêjeya betaliyê di asta herî jor de ye."