ÎSÎG: 3 karkerên din jiyana xwe ji dest dan 2017-06-07 12:38:17 STENBOL - ÎSÎG,di raporê de diyar kir ku Mustafa Deydey, Sefa Gunay û Selahattîn Yalçin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsa Tendirûstiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), li ser hesaba xwe ya twitterê diyar kir ku li Stenbol û Kirklareliyê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG, daiyar kir ku li navçeya Luleburgaza Kirklareliyê karkerê bi navê Mudtfa Deydey ê ku li fabrîkeya betonê dixebite di bin wesayîta betonê de ma û jiyana xwe ji dest da. . ÎSÎG, da zanîn ku li Stenbolê jî 2 karkeran jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Karkerê înşaetê Sefa Gunay ji înşaetê ket, karkerê fîrmaya paqijiyê Selahattîn Yalçşn ê 55 salî jî ji peçeya avahiyekê ketiye û jiyana xwe ji dest daye."