DÎSK ji bo tazmînata kidemê dest ji kar berdidin 2017-06-07 13:05:22 ÎZMÎR - Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Egeyê ji bo mafê tazmînata kidemê biparêze di 16'ê Hezîranê de dest ji kar berdide. Nûnertiya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DİSK) ya Herêma Egeyê ji bo mafê tazmînata kidemê biparêzin û li dijî dewirkirina fonê bertekên xwe bînin ziman çalakî pêk anîn. Karkerên girêdayî Nûnertiya DÎSK'ê yên Herêma Egeyê li pêş ÎŞKUR'a Îzmirê kom bûn û daxuyanî dan. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî piştgirî dan daxuyaniya karkeran. Karkeran di çalakiyê de pankartên “Tazmînata me ya kidemê ewlehiya karê me ye dest nedin ewlehiya me", "Em ji mafê xwe yê ewlehiya kar bernadin. Karker û karmend dest bidin hev û têbikoşin" û “Dest nede zeytûnên me" vekirin. Karkeran dîsa dowîzên "Karkerên camê ne bi tenê ye" û “Grevan qedexe neke" bilind kirin. Karkeran bê navber siloganên “Dê roj bê dewran bidome. AKP dê hesab bide gel" û “Destê dirêjî kidemê dibin bila bişkên" berz kirin. Nûnerê DÎSK'e yê herêma Egeyê Memiş Sari, diyar kir ku mafê tazmînata kidemê mafê karkeran ê 80 salan e û vî dê mafê xwe biparêzin. Sari, diyar kir ku mafê wan ê tazmînatê bi awayekî veşarî dewrî fonê dike û ewlehiya wan a kar ji destê wan tê girtin. Sari, da zanîn ku li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiye 7 milyon betal hene û wiha got: "Hikûmet mirinê nîşanî karkeran dide û wan bi koletiyê razî dike. Em dê ji bo parastina mafê xwe di ber xwe bidin. Em dê di 16'ê Hezîranê roja înê de ji bo nîv rojê dest ji kar berdin.