Cezayê li kedkaran birîn betal kirin 2017-06-12 09:15:49 ÎZMÎR - Li Îzmirê kedkarên perwerdehiyê yên di 29'ê Kanûnê de tev li çalakiya berdana kar bûbûn rastî cezayê “Birîna meaş" û “rawestandina kidemê" hatibûn. Kedkarên perwerdehiyê ku rastî ceza hatin û îtîraz kirin, Dadgeha Îdarî îtiraza wan qebûl kir û ceza betal kir. Dema li bajarên Kurdistanê qedexeya derketina derve hat îlankirin di pêşengiya KESK, DÎSK û TMMOB'ê de kedkarên perwerdehiyê bi hişyariya "Em dê li dijî şer aştiyê biparêzin" di 29'ê Kanûnê çalakiya karberdanê kiribûn. Li Îzmirê jî bi hezaran kedkarên perwerdehiyê tev li çalakiyê bûn. Piştî çalakiyê li nêzî 3 hezar kedkarên tenduristiyê lêpirsîn hat vekirin û cezayê “Birîna meaş" û “rawestandina kidemê" hatibûn. Kedkarên perwerdehiyê ku rastî ceza hatin û îtîraz kirin, Dadgeha Îdarî îtiraza wan qebûl kir û ceza betal kir. Kedkarên ku rastî lêpirsînê hatin ji 30 paran parek (1/30) cezayê birîna meaş li wan hat birîn. Kedkaran ji bo ceza bê betalkirin li Dadgeha Îdarî ya Îzmirê îtîraz kirin û ev îtîraza wan hat qebûlkirin. Dadgeha Îdarî îtîraza 2 kedkarên perwerdehiyê nirxand û biryarek mînak da. Dadgeha Îdadî biryar da ku çalakî xebatek sendîkayî ye û cezayê li kedkaran hatiye birîn betal kir. Dadgehê biryar da ku cezayê li kedkaran hatiye birîn dîsa bi faîza wê paşve bidin kedkaran û mexdûriyeta wan bê derbas kirin. Serokê Şaxa Hêjmar 2 a Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Hasan Ali Kiliç, diyar kir ku çalakiya wan mafekî sendîkayî ye û wan di çarçoveya mafê sendikayî de çalakî pêk anibûn. Kiliç, anî ziman ku biryara dadgeha Îdarî girîng e û xwest hemû dadgehên din jî li gorî edalet, hiqûqê biryarê bidin.