Karkerê ji înşaeta balafirgehê ked mir 2017-06-12 10:18:25 MUGLA -Karker Abdullah ê ji înşaeta balafirgeha Dalamanê ket xwarê jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Dalamanê ya Muglayê karker Abdullah Çatalbaş (32) ê li inşaeta balafirgehê dixebitî, ji înşaetê ket xwar û mir. Çatalbaş ê ji 5 metre bilindahiyê ket xwar, birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dalamanê. Çatalbaş tevî hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çatalbaş, rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Muglayê. Cenazeyê Çatalbaş dê li Osmaniyê bê definkirin.