Çerkezoglu: Pêdiviya me ji ruhê 15-16'ê Heziranê heye 2017-06-15 15:21:08 STENBOL - EDENE - Karkeran di 47'emîn salvegera berxwedana 15-16'ê Hezirane de li Stenbol û Edene çalakî pêk anîn. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku tazmînata kidemê ji holê hat rakirin û wiha got: "Hemû mekanizmayên demokratîk hatine astengkirin Her tişt xistine destê yek zilamî. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi ruhê 15-16'ê Hezîranê heye. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), di 47'emîn salvegera berxwedana mezin a 15-16'ê Hezîranê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê bi silogana "Em di ronahiya 15-16'ê Hezîranêde li tazmînata kidemê xwedi derdikevin" çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Endamên DÎSK’ê jî amade bûn. Parlamenterê CHP'ê Kadir Gokmen Ogut, Cîgirê Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezai Temelli û gelek karker amade bûn. Di çalakiyê de pankartên “Em bi ruhê 15-16'ê Hezîranê li tazmînata kdemê xwedî derdikevin" vekirin û siloganên “Xelasî bi serê xwe nabe. An bi hevre an jî qet" û “Ne qidemê, hemaliyê rake" û “Em dê mafê xwe yê kidemê bistînin" Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Adil Çiftçî daxuyanî da. Çîftçî, diyar kir ku 47 salin ji bo mafê xwe yê tazmînatê têdikoşin û xwe bi rêxistin dikin û berxwedana 15-16'ê silav kir. ‘PÊDIVIYA ME BI TEKOŞÎNA 15-16'ê HEZİRANÊ HEYE' Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku tazmînata kidemê ji holê hat rakirin û wiha got: "Hemû mekanizmayên demokratîk hatine astengkirin Her tişt xistine destê yek zilamî. Di vê pêvajoyê de pêdivî bi ruhê 15-16'ê Hezîranê heye. Çerkezoglu anî ziman ku ew dê li dijî kesên dixwazin DÎSK'ê tune bikin têbikoşin. NE TAZMÎNATÊ HEMALIYÊ RAKIN Nûnertiya Herêma Çukurovay a DÎSK'ê jî bi heman armancê li Parka Abidin Dino daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş, Nûnerên KESK, TMMOB, Malên Gel û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerê Herêma Çukurova yê DÎSK'ê H. Yaşar Gundogdu, daxuyanî xwend û xwest li şûna mafê Tazmînatê hemaliyê rakin. Gundogdu, xwest ji bo jiyana laîk, wekhev, demokratîk û azad bihevre têkoşînê xurt bikin.