51 roj in li ber xwe dide: Karê xwe dixwazim 2017-06-16 09:04:35 TEKIRDAG - 51 roj in çalakiya karkerê Fabrîkaya Goran a Bonyê Hakan Gurses didome. Gurses, anî ziman ku di warê aborî de ew ditengije lê belê dîsa jî ew ê dev jê bernede. Gurses, got ku tenê daxwaza wî mafên wî yên kesîdeyî û vegera ser kar e. Li Çerkezkoya Tekirdagê karkerê bi navê Hakan Gurses ji Fabrîkaya Goran a Bonyê hatibû derxistin. Piştî ku dadgehê biryar da ku divê 100 metreyî nêzî fabrîkayê nebe, Gurses çalakiya xwe li navenda bajêr û li ber maxazeyên mezin didomîne. Gurses di 26'ê Nîsanê de ji kar hatibû derxistin û piştî ku ji kar hat derxistin demildest dest bi çalakiya xwe kir û 51 roj in çalakiya wî didome. Tekane daxwaza Gurses esasgirtina mafên wî yên sendîkayî ne û vegera ser kar e. ÇEWISANDINÊN KARDÊR DEWAM KIRIN Gurses, anî ziman ku piştî ku ji kar hatiye derxistin wî çalakiya xwe li ber maxazeyên luks ên ku goreyên Bonyê difiroşin domandiye û wiha got: "Di binpêkirina kedê de para markayên mezin jî heye. Tenê ez doza mafên xwe dikim. Ji ber vê ez çalakiyên xwe li gelek deverên Stenbolê, Çerkezkoyê li dar dixim." Gurses, dest nîşan kir ku kardêr sûdê ji şert û mercên OHAL'ê werdigire, lê belê ew şertên OHAL'ê nas nake. Gurses, gotinên Serokomar Erdogan ên "OHAL bandorê li mirovan nake" bi bîr xist û pirsî ku, ji bo çi ew di her çalakiyên xwe de tên binçavkirin. Gurses, diyar kir ku wî fêm nekiriye ku ji bo çi grevên karkeran tên qedexekirin û ji Serokomar xwest ku li pişt gotinên xwe yên "em li gel bindesta ne, li gel xizana ne" bisekine. Gurses, dest nîşan kir ku piştî ku ew ji kar hatiye derxistin, jê re hatiye qedexekirin ku bi qasî 100 metreyî nêzî fabrîkayê bibe. Gurses, got ku ew dixwaze çalakiya xwe li ber fabrîkayê bidomîne. ‘BÊYÎ TAZMÎNAT JI KAR HATIM DERXISTIN' Gurses, balê kişand ser tazmînata kidemê ya ku îktîdar dixwaze wê dewrî fonê bike û wiha axivî: "Bêyî tazmînata xwe bistînim ji kar hatim derxistin. Tazmînata kidemê ji bo karker êlegê ji pola ye. Bêyî wê nabe. Berê gelek karkeran ji bo tazmînata kidemê bedêl dane. Wisa nerihet e, em ê tazmînata kidemî bi dest wan ve bernadin. Çi hewce be em ê wê bikin û li ber xwe bidin." Gurses, anî ziman ku ji ber ku bêyî tazmînat ji kar hatiye derxistin nikare meaşê betaliyê jî bistîne. Gurses, got ku niha di warê aborî de dê û bavê wî alîkariya wî dikin. Gurses, diyar kir ku ew nikare deynê xwe yê krediyê jî bide û niha ew bi xetereya ku mala wî bê desteserkirin re rû bi rû ye. Gurses, got ku tenê daxwaza wî mafên wî yên kesîdeyî û vegera ser kar e û ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomîne.