Zarokên penaber di kargeriyên bê hewa de jahrîni dibin 2017-06-19 09:11:11 RIHA - 20'ê Heziranê Roja Penaberên Cîhanê ye. Ji Roja Penaberên Cîhanê re rojek ma. Zarokên penaber ên li Riha di nava şert û mercen giran, keda erzan û heqê kêm de karê giran dikin. Patronê ku zarokê penaber dide xebitandin diyar kir ku zarokê 10 salî ger ku 30 salan di nava baly de bixebite êdî dê pergala wî ya behnê îflas bike. Ji 20'ê Hezîrana 2001'an heta niha her sal 20'ê Hezîranê wekî Roja Penaberên Cîhanê tê bibîr anîn. Roja Penaberan a Cîhanê, wekî roja ku kesên li dijî zulm, tundî û neheqiyê ji cih û warên xwe koçber bûne tên bibîr anîn û rûmetdarkirin tê qebûlkirin. Di roja Penaberan a Cihanê de li Rihayê bi hezaran penaberên Sûriyeyî dijîn. Penaberên ji Sûriye ji zilm û zorê reviyan û hatin li Rihayê bicih bûn di nava şert û mercên giran de dixebitin. Her çendî Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê sala 2018'an weki "Sala Têkoşîna bi Karkerên Zarok re" îlan kiribe jî zarokên li kolanan dixebitin her ku diçe zêde dibin. Li Rihaye bi sedan zarokên penaber, li karkergiyan di nava şert û mercên giran de û bi kedek erzan dixebitin. ZAROKÊN PENABER DI KARKERIYAN DE DIXEBITININ Li Tirkiye nezî 2 milyon zarokên karker hene. Di nava 2 milyon zarokên karker de nêzî 1 milyon zarok Penaberên Sûriyeyî ne. Zarokên karker û penaber bi keda erzan û di nava şert û mercên gelek xerab de dixebitin. Zarokên Sûriyeyi li Rihayê hem li kolanan destmal, selpak û benîşt difiroşin. Hin zarok jî li Rihayê di kargeriyan de di nava şertên giran û bi keda erzan dixebtin. Zarokên di Kargeriyan de dixebitin di odeyên bê pençere û bê hewa de jahrê tenefus dikin. Li navçeya Eyyubiyê ya Rihayê zarokên penaber en li kargeriyan dixebitin di nava şertên giran de dixebitin. Gelek zarok jî li ser rêyan û li tenişta Ronahiyen Trafîkê an selpak, simit, benîşt, av difiroşin û camên erebeyan paqij dikin an jî bi keda erzan karên giran dikin. 2 zarokên Sûriyeyî di kareriya 8 metre kare ya teng, tari û bê hewa ya li Çarşiya Jêr ya Dîrokî de dixebitin, di bin germa havînê ya 40 derece de karê giran dikin. Zarok birayên hev rojê 12 saetan di nava şertên giran û gaza kîmyewi de dixebitin 2 meh berê dest bi kar kirine. Zarok pêlavên çerm çêdikin. Zarokek 9 salî yek jî 11 salî ye. Birayên hev A.C. û S. C., bi maddeyên kimyewî yên wekî bally, tiner û mezeloqê pêlavan lehîm dikin. Zarokên di odeya tarî, bê pençere û hewa de dixebitin jiber bêhna bally û tînerê kezeb û pişika wan hişk dibe. Zarokên di bin gaza kimyewî û germa zêde de dixebitin bandorê li ser rû û laşê wan jî dike. Zarok serê her pêlavekê 1 TL qezenç dikin. KARSAZ: EM KARÊ 30 KESAN BI 2 ZAROKAN DIMEŞÎNIN Xwediye karkeriyê Mehmet Orhan, bal kişand ser şert û mercê giran ê zarokan û wiha got: Zarok di nava şert û mercên giran de dixebitin. Ji bo her pêlavek bê çêkirin û temam bibe divê destê 20-30 kesan pê bibe. Bandora maddeyan li ser tenduristiya zarokan zêde ye. Bandora maddeyên kimyewi gelek zêde ye. Bandorê li ser mejî û kezaba me dike. Tu ewlehiya me jî tune ye. Li Tirkiye pirsgirêka heri mezin pirsgirêka kar e. Zarokê 10 salî 30 salan di nava vê ballye de bimîne dê pergala wî ya nefesê têk biçe. Arjin Dilek Öncel - dihaber