Li kolanên Wanê mamosteyekî netayînkirî 2017-06-23 09:08:51 WAN -Mamosteyê Erdnîgariyê Îsmaîl Çeşît ku nayê tayînkirin û niha li kolanên Wanê şîraniyê difiroşe wiha got: "Em ne mecbûr in ku çavê me li deriyê dewletê be. Divê her kes li ber deriyê xwe, li kuçeya xwe alternatîfên kar biafirîne." Yek ji wan mamosteyên ku nayên tayînkirin jî Îsmaîl Çeşît (27) e ku li kuçe û kolanên Wanê şîraniyê difiroşe. Çeşît, ji dêvla ku bi salan li benda tayînê be, qadên alternatîf ên kar afirandin û debara xwe dike. Carinan Çeşît li kuçe û kolanan dezgehê ve vedide û li ser gore yan jî pêlavan difiroşe, carinan jî dersên taybet dide. Niha li kuçe û kolanên Wanê şîraniyê difiroşe. BANG LI YÊN NAYÊN TAYÎNKIRIN KIR Çeşît şîraniyên ku malbata wî çêdike li kuçeyan difiroşe û wiha dibêje: "Em ne mecbûr in ku çavê me li deriyê dewletê be. Divê her kes li ber deriyê xwe, li kuçeya xwe alternatîfên kar biafirîne. Divê fikra dema dewlet min negire kar bêçare me li kesî peyde nebe. Banga min ji bo mamosteyên ku nehatine tayinkirin ev e ku, nansameya me ya perwerdekariyê bi tayîna dewletê nayê pesendkirin." Her wiha Çeşît polîtîkaya hikûmetê jî bi bîr xist û pergala perwerdehiyê wiha rexne kir: "Divê dewlet bikaribe texmîn bike ku ji kuderê re çend mamoste lazim in û divê li gor wê mezûnan bide. Bi milyonan kes mezûn bûne. Hema bêje hejmara mezûnan bi qasî ya çend welatan e. Lê mixabin em nayên tayînkirin, li welat pirsgirêkeke wisa jî heye. Pergala perwerdehiyê tim diguhere. Tenê agahiyên teorîk didin me. Bi vê pergala perwerdehiyê qethiyen mirov nikare xwe bigihîne cihekî." ‘EM NE BÊ ALTERNATÎF IN' Çeşît, dest nîşan kir ku kes ne bê alternatîf e û wiha got: "Mesela min dest bi karê şîraniyê kir. Niha hevalên me yên bi karên din re bilî dibin hene. Di nav pergalê de gelek mirovên dikarin bêjin ez heme hene. Em dikarin gelek mînakan bidin."