Ji bo parastina hebûnê tedikoşe 2017-06-27 09:06:49 MÊRSÎN - Xeratê daran Ayhan Guzel ku bi salan di kargeriya xeratê de xebitî û teşekirina daran debara xwe kir, niha jî ji bo pîşeyê xeratê tune nebe têdikoşe. Xeratê daran Ayhan Guzel ê 49 salî, li taxa Kiremithane ya Akdeniza Mêrsînê di kargeriya xeratê de dixebite û bi pîşeya xeratê debara xwe dike. Guzel li kargeriya xeratê kursî, mase, dolab, sindoq û gelek alav û amûrên malan çê dike. Hem çê dike û hem jî difiroşe. Guzel alav û amûrê ku li kargeriyê çê dike difiroşe û debara malbata xwe dike. Guzel anî ziman ku 37 salin xeratiyê dike û wiha got: "Ev pîşe hêdî hêdî tune dibe. Yên bixwazin vî pîşeyî fêr bibin ez dê hemû piştgiriyê bidim wan. Êdî xerat û osteyê xeratiyê tune dibe. Min ji 12 saliya xwe dest bi kar kir. Ez ji bo bibim xwedî pîşe çûm cem osteyê xeratiyê. Piştre bûm xerat. Min ji bo debarê dest bi vî karî kir. Ji bo ez bibim xwedî kar û pîşe min dest pê kir. Lê niha ke li vî pîşeyî xwedî dernakevin. Berê muşterî zêde bûn. Lê niha wekî berê muşterî û sparîş tune. Ez vî karî bi kêfxweşî û hezkirin dikim. Berê ji bo pîşe û debarê min dikir. Lê niha ji bo ez vî pîşeyî biparêzim û hebûna wî berdewal bikim vî karî dikim. Guzel, destnîşan kir ku dema vî karî dike bêtir aram dibe û bi hezkirinek mezin karê xwe dike û wiha bi dawî kir: "Keda wî zêde ye. Ji bo ez sandalyayekê çêkim carna 15 rojên min lê diçe. Tenê lêçûna sandalyayekê heta 1.5 hezar tl ye. Keda min jî di nav deye. Ger ku ez sandalyayê bibim mexazeyê dê bi 4 hezar TL bê firotin. Ji navenda Perwerdehiya Gel a Xweşik bang li min kirin û xwestin ez mamostetiya wan bikim. Lê ji ber ez li vir dixebitîm nekaribum biçim. Lê ger ku şert û merc bên avakirin ez dê ji bo parastina vî pîşeyî têbikoşim."