SES û TTB: Karê hempîşeyên me bidina wan 2017-07-01 13:43:54 WAN – Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê û Şaxa SES’ê ya Wanê, dûrxistina kar a 10 doçent û bijîşkan ku ji aliyê rektoriyê ve ji Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê ve hatin avêtin, nerazîbûn nîşan dan û xwestin karê wan bidin wan. Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê û Şaxa SES’ê ya Wanê bi boneya doçent û bijîşkên ji Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê ji kar hatin dûrkirin li Platformê Şaxan a KESK’ê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de endam û rêveberên her du saziyan û li ser navê Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk(TTB) Dr. Ayfer Bostan amde bûn. Serokê Odeya Tabîbên Wan-Colemêrgê Dr. Ozgur Denîz Deger daxuyanî xwend û diyar kir ku ji 15’ê Tîrmehê û vir ve li dijî endam û rêveberên wan polîtîkaya tasfiyekirinê berdewam dike. 10 KES JI KAR DÛRXISTIN Deger da zanîn ku salên xwendekariyê wek hincet ji hevalên wan re hatiye nîşandan û ji aliyê rektoriyê ve lêpirsîn li wan hatiye vekirin. Deger got ku lêpirsîna ji aliyê komîsyona OHAL’ê ve ya hat avakirin de venebû lê ji aliyê rektoriyê ve lêpirsîn hatiye vekirin. Deger anî ziman ku meha hezîranê jî di nav de di demên cuda da doçentek, hemşîreyek û 8 bijîşkên asistan di nav de bi tevahî 10 kes ji kar hatine dûrxistin. Deger da zanîn ku heta hevalê wan carek din bigirin kar dê têkoşîna xwe berdewam bikin.