Ji şer direvin di înşaetan de dimirin 2017-07-03 09:39:14 AMED - Hevserokê Şaxa Hêjmar 2'an a Genel Îş a Amedê Hasan Hayrî Eroglu, diyar kir ku sal bi sal zarokên di kar de dixetin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Eroglu, anî ziman ku zarokên li Sûriye ji şer direvin û tên Tirkiye di karê înşaetan de wekî makînê dixebitin. Eroglu, anî ziman ku piştî 2016'an 56 zarok di karê înşaete de mirine. Li Tirkiyê betalî û hêjmara zarokên karker sal bi sal zêde dibe. Zarokên di karên giran de dixebitin bê sîgorta û bê ewle kar dikin. Li gorî peymana Rêxistina Xebatê ya Efoya Navneteweyî (İLO) zaroken kêmî 15 salî kar bikin wekî zarokên karker tê hesibandin. Li gorî rapora DÎSK’ê amade kiriye zarokên di navbera salên 15-17'an de kar dikin ji sedî 80 li dervê qeydan kar dikin. Li gorî daneyên DÎSK’ê di nava 24 welatên Ewropa de Tirkiye ji sedî 25,30 zarok dixebitin û di listeya dawî de cihê xwe digire. Hevserokê Şaxa Hêjmar 2'an a Genel Îş a Amedê ya girêdayî DÎSK'ê Hasan Hayrî Eroglu jî têkildarî mijarê agahî dan û diyar kir ku sal bi sal zarokên di kar de dixetin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Eroglu, anî ziman ku zarokên li Sûriye ji şer direvin û tên Tirkiye di karê înşaetan de wekî makînê dixebitin. Eroglu, anî ziman ku piştî 2016'an 56 zarok di karê înşaete de mirine. Eroglu, anî ziman ku ji sedî 33 nifûsa Tirkiye ji zarokan pek tê û wiha got: "Piraniya zarokên karker karê înşaetê dikin. Karên giran û talûke dikin. Ji ber karker bê kontrol û venêrtin dixebitin kuştina zarokan sal bi sal zede dibe. Zarokên Sûriye yen ji şer reviyan û hatin Tirkiye di karê giran û înşaetan de dixebitin. Piştî zarokên Sûriye yên ji şer reviyan û hatin Tirkiye, hêjmara zarokên karker ên li dervê qeydan zêdetir bûn. Ji ber tedbirên kar zede tune zarok di qezaye kar de dimirin û hêjmara zarokên karker ên dimirin zêde dibin. Li gori daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya karkeran pişti sala 2016'an 56 zarok di cînayetên kar de mrin."