Karsazê Soma: Ev dozek derew e 2017-07-11 17:33:52 MANÎSA - 18'emîn Rûniştina doza komkujiya Soma ku 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan, li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê hat ditin. Bersûc û karsaz Can Gurkan, li salonê diyar kir ku e dozek derew e. Malbatên karkerên ku jiyana xwe ji dest dan jî bertek nişan dan û gotin: "Qatil ji bo berjewendiyên xwe te zarokên me kuştin." Parêzeran jî diyar kirin ku bi guhertina heyeta dadgehê daraza serbixwe û bê alî hatiye binpêkirin. 18'emîn Rûniştina doza komkujiya Soma ku di 13'ê Gulana 2014'an de hezan çê bûbû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn, li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê hat dîtin. Rûniştina doza ku 6 jê girtî 46 bersûc tên darizandin bi tevlêbûna bersûcê girtî Can Gurkan, Ramazan Dogru, Akin Çelik, Îsmail Adalı, Ertan Ersoy û Ali Gunay Çelik û 45 bersûcên serbest tên darizandin, hat ditin. Parêzerên bersûc û meşdûran jî tev li rûniştina dozê bûn. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metin Feyzîoglu, Parlamenterê CHP'ê yê Manîsayê Ozgur Ozel û Tur Yıldız Biçer û xizmên 301 karkerên madenê amadebûn. Serokê Dadgehê Aytaç Balli, ku bi biryarnameya havînê ya HSK'ê tayînî Hakîmtiya Îzmirê hat kir, cara dawî rûniştina dozê bi rêve bir. Malbatên Karkerênk Jiyana xwe ji dest dane û Komeleya Mafên Civakî (SHD) berî rûnşitina dozê meşiyan û daxuyanî dan. Piştre derbasî salonê bûn. Di rûniştina dozê de ewil parêzerên mexdûran mafê axaftinê girt. Prz. Seçil Ege diyar kir ku guhertina dadgerê dozê ne tiştekî asayî û raste û wiha got: "Ev dozek siyasî ye. Bi qasî siyasî ye, milê wê yê civakî jî heye. Dozgerê dawî bi israr daxwaza ceza negot. Me dest ji vê dozê bernedaye û em dest ji vê dozê bernadin." DI TU DOSYAYAN DE EW QAS DELÎL NEHATIN REŞKIRIN Parêzer û Sekreterê Giştî yê SHD'ê Can Atalay jî anî ziman ku wan xwestiye dadgerên berê vê dozê bi encam bikin û wiha got: "Di rûniştina doza 18'ê Nîsanê de bersûc heyeta dadgehê tehdît ki. Ev nîşan dide ku li Tirkiye pergala edaletê têk çûye. Heta niha di tu dosyayan de ew qas delîl nehatin reşkirin. Ew qas bersûc mudaxîl nehat kirin. Em dixwazin ku ev doz ji aliyê dozger û dadgerên berê ve bidome û bi encam bibe. Ger ku li vî welatî ji bo 301 karkerên madenê edalet tune be, li tu dera welat edalet nabe." Bersûc û karsazê girtî dê darizandin Can Gurkan, jî anî ziman ku ew jî dixwaze doz bi lezgîn bi encam bibe. Dema Gurkan, di axivî malbatan got "Qatil ji bo berjewendiyên xwe zarokên me kuşt" û bertekên xwe anîn ziman. Gurkan, jî parastin berdewam kir û diyar kir ku ev doz bi temamî dozek derew e û wiha got: "Me got 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest da û sedema vê yekê şewata komirê bû. Rapora zaneyan hemû listik derket. Em van tawanbariyan qebûl nakin. Ez dixwazim bêm berdan." Piştî navberê parêzerên mexdûran û parlamenterên CHP'ê daxuyani dan. Parêzer Seçil Ege, diyar kir ku di bûyerê de 301 karkeran jiyana xwe ji dest da, 162 karker birîndar bûn û doz ji nîsana 2015’an heta niha didome, lê hêj bi encam nebûye. Ege, anî ziman ku daraz û serxwebûna darazê serobin bûye û wiha got: "Lê em dê bi tokîşan xwe vê dozê biginin heqê wê. Çiqas dirêj bibe jî dê li gorî heqê xwe bi encam bibe."