Karker, firoroşkarê li kuçeyan... lê mamoste ye! 2016-12-09 09:16:55 SEMSÛR- Mamosteyên nayên tayînkirin, bi anîna pergala mulakatê re hêviya wan î bi destxistina kar her diçe kêm dibe. Perwerdekar Erdal Korkmaz ê zivistanan li kuçeyên Kolikê pirtûkan difiroşe got, ew di demsalên din de jî karkeriya demsaliyî dike. Têkoşîna jiyanê ya mamosteyên nayên tayînkirin, li hin bajaran bi întiharê encam dibe, li hin deveran jî bi kar û baran din didome. Ji van mamosteyên tayîna wan nayê kirin yek jê jî Erdal Korkmaz e, ku li navçeya Kolikê ya Semsûrê li Kolana Mûstafa Kemalê jiyana xwe bi dezgeha xwe yî seyar a pirtûkan îdame dike. Namzetê mamostetiyê Erdal Korkmaz, 4 sal berê li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê ji Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî mezûn bûye, lê belê hîn jî nehatiye tayînkirin. Korkmaz ji bo îdamekirina jiyanaa xwe, havînan li zeviyên mişmiş, findiqan karekeriya demsaliyî û tevrkirinê dike, zivistanan jî, li kuçeyên Kolikê bi firotina pirtûkan debara xwe dike. JI BO BI KÊRÎ CIVAKÊ BÊ PIRTÛKAN DIFIROŞE Korkmaz diyar kir ku, ji ber nêzî pîşeya wî ye wî biryar daye ku pirtûkan bifiroşe û wiha got:"Bi firotina pirtûkan hem debara xwe dikim, hem jî karekî ku bi kêrî civakê tê dikim. Roj heye, ez pirtûkekê jî nafiroşim. Ji ber derfeta min î girtina dikanê tune ye, bi vî awayî, bi vekirina vî dezgehî difiroşim. Mezûnên zanîngehê ya li înşaatan, an jî li karên giran ji neçarî dixebitin. Wek hûn dibînin, ez jî pirtûkan difiroşim." XEYALA WÎ YA HERÎ MEZIN BENDEWARIYA MALBATÊ YE Korkmaz got, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê mecbûriyeta mulakatê li tayînkirinan hat zêde kirin û bi vê mecbûriyetiyê re dawî li xeyala wî ya mamostetiyê hatiye û wiha axivî:"Ji xwe ji bo tayînkirinê, em rastî tengasiyand ihatin. Piştî mulakat jî lê hat zêdekirin, tayînkirina me zehmetir bû. Yanî li cihekî mulakat lê hebe, tayînkirin pirgirêkeke mezin e. Ji bo bibim mamoste, malbata maddî û manewî piştevaniya min kir. Ji ber vê ji hêla min ve bendewar in."