Di kelekela havînê de komirê çêdikin 2017-07-13 09:16:19 ÎZMÎR - Li Torbaliyê hilberîner û karkerên ku di qijeqija havînê de komira manqelê çêdikin rojên zor û zehmet derbas dikin. Karker û hilberînerên komirê li gel temenên xwe yên zêde jî dixebitin û zivistanan di konan de û havînan jî li bin daran dijîn. Li Taxa Ahmetlî ya navçeya Torbali ya Îzmîrê ku Yoruk lê dijîn, bêyî ku guh bidin qijqija havînê karker û hilberîner komira manqelê çêdikin. Komira manqelê bi şewitandina qurmên daran çêdibe û ev şewitandin 8-10 rojan didome. Karker temamiya rojê li ber agir in. Karker û hilberînerên komirê li gel temenên xwe yên zêde jî dixebitin û zivistanan di konan de û havînan jî li bin daran dijîn. Di konên ku ceryan û av lê tune ne de, bi taybetî jî karkerên jin û zarok bi pirsgirêkên hijyenîk re rû bi rû dimînin. Her wiha dema karker hewl didin avekê li xwe bikin, diçin bi metereyan ji gundan tînin. Karker rojê bi 70-100 lîreyî dixebitin. 73 SALÎ YE DEMA XEBATA WÎ NEDIYAR E Karkerekî ku nexwest navê wî bê nivîsandin, anî ziman ku ji ber nerihetiya madeya wî ew bi zorê bêrê bi kar tîne. karker got ku ji bo ew jiyana xwe îdame bike mecbûr e ku bixebite. Karker, diyar kir ku saetên wan ên xebatê nediyar in û karê ku ew dikin her kes nikare bike. Karker, anî ziman ku ji bo li hawirdorê şewat dernekeve ew tim li ber gumletên agir disekinin û her wiha karkerên ku nobetê digirin jî li hemberî duxan û axê tim li ber xwe didin. Karker, got ku êdî bedena wî xwe li ber vî karî ranagire û gumletên komirê wek rawestgehên mirinê yên li rû erdê wesifandin. Karker, dest nîşan kir ku li gel vî temenê xwe yê zêde jî ji bo komirê ew ji çiyayan daran dikişînin û êdî bedena wî vî barî ranake. Karkerê bi navê Ahmet Şinig ê 70 salî jî, ragihand ku ji ber nebûna tevdîrên tenduristî û ewlehiya kar tim qezayên karî diqewimin. Şinig wiha got: "Çend roj berê serê min li romoqa motorê ket. Ev dirûnên serê min ên wê demê ne. Ma li vir qezaya kar çî ye? Dest, pî û bedena gelek karkeran şewitiye. Her wiha havînê jî kelmêş jî li van şertên giran zêde dibin." Şinig, anî ziman ku di kelekela havînê de xebat zehmet e û wiha axivî: "Dema agir ditefe û em gumletên komirê vedikin hema bêje em dişewitin. Bi awayekî zêde em xwêdan didin û dikin qîrîn ku ava cemidî bînin. Her wiha dema gumlet dişewitin em dertên ser wan û bi lingên xwe wan didewisînin. Ev tişt jî zaf talûke ye." ‘EM TENÊ XWE PÊ TÊR DIKIN' Şinig wiha domand: "Heke derfetên me hebûnan em ê di qesran de bijiyanan, lê derfetên me tune ne û em mecbûr in bixebitin. Karkerê ku tê vir dema vê axa reş dibîne naxwaze bixebite. Tiştên karker li vir qezenc dikin tenê pê dikarin xwe têr bikin. Em dewlemend nabin, lê îdare dikin. Piştî vî emrî jî êdî em nikarin di karekî din de bixebitin. Ji ber teqawidbûyîn jî tune ye em mecbûr in ku bixebitin. Nifşên nû naxwazin karên wisa bikin, çimkî zaf zehmet e. Bi şev jî em bi lempeya destan li vir îdare dikin. Yanî xebata li van ocaxan zaf zehmet e."