Karkerên di grevê de: Em dizanin Erdogan dijminê karkeran e 2017-07-17 09:04:53 ÎZMÎR - Karkerên ÎZDENÎZ yên 6 rojin ji bo mafê xwe bi dest bixin ketine grevê gotina Serokomar Erdogan a "Em OHAL'ê ji bo gefa grevê wekî mudaxale dirêj dikin" rexne kirin û wiha gotin: "Gel jî û karker jî dizanin Erdogan dijminê kareran e. Ji ber vê yekê ji doza xwe venagerin. Ger ku mudaxale bikin jî ci pêwist be em dê bikin." Sendîkaya Deryavanên Tirkiye (TDS) ya Turk-Îş û Şîrketa Bazirganî û Tûrîzma Veguhezvaniye ya Karên Deryayê ya Îzmirê (İZDENİZ) li ser peymana tomarî (TİS) li hev nekirin. Ji ber TDS û ÎZDENÎZ'ê di TÎS'ê de li hev nekirin ji bo parastina mafê xwe karkeran dest bi çalakiya grevê kirin. Çalakiya grevê ya karkeran di roja 6'an de berdewam dike. Karkerên ku li Îskeleya Konakê dest bi çalakiyê kirine diyar kirin ku heta mafên xwe bi dest bixin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Karkerên di ÎZDENÎZ'ê de dixebitin bertek nîşanî gotinên Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan a "OHAL ji bo gefa grevê pergala mudaxaleyê ye" rexne kirin. Nûnerê Şaxên Xetên Bajar a TDS ya Îzmirê Ali Ekber Yildirim, diyar kir ku ji sala 2011'an heta niha di Şîrketa ÎZDENİZ'ê de dixebite û wiha got: "Heta niha tu gavên erênî nehatine avêtin. Şîrketa ku îdîa dike xizmeta gel dike, li ser deka karkerên ku bi şev û roj dixebitin rantê dixwe. Gotina Erdogan a ji bo karkeran dijminantiya karkeran e. Heta ku têkoşîna me encam bistîne em li vir in. ERDOGAN TÊR E EZ BIRÇÎ ME Karker Tekin Sagun jî anî ziman ku wan tu carî heqê keda xwe nestendiye û wiha got: Gotinên Erdogan nîşan dide ku dewlet li cem kê ye. Daxwazên me pir aşkere ne. Heta ku daxwazên me pêk bên em dê çalakiya xwe berdewam bikin. Erdogan têr e, em birçî ne. Em dê ji bo ked û mafê xwe têbikoşin." Karker Firat Şahin jî anî ziman ku gotinên Serokomar Erdogan ew pir şaş nekirine û wiha got: "Karker û gel dizane ku Erdogan dijminê wan e. Ji ber vê yekê em zêde li hemberî vê gotina Erdogan şaş nebûn. Jibo mafê xwe çi pêwist be em dê bikin."