Têkoşîna karkerên înşaetê ya li dijî sermayê 2016-12-13 10:10:21 WAN - Karkerên înşaetê yên li Wanê dixebitin, li dijî sermaya zêde bi agirê tenekeyan xwe germ dikin û li dijî sermayê têdikoşin. Karkerên înşaetê yên li Wanê karê înşaetan dikin, di bin sermaya zêde de rojhilat radibin dest bi kar dikin û heta êvarî karê înşaetan dikin. Karkerên ku ji bo debara malbatê bikin di înşaetan de dixebitin hin caran heta jêra sifirê 15 dere dixebitin. Karkerên di bin sermaya zêde de dixebitin, ji bo xwe ji sermayê biparêzin, li çar aliyê avahiyên înşaetê di tenekeyan de agir pêdixin û xwe li ber agirê tenekeyan germ dikin. Karkerê 44 salî Emrah Kaday, diyar kir ku ew ji bo debara malbatê neçarin bixebitin û wiha got: “Ez di xaniyê kirê de dijîm. Ji bo debara xwe bikim neçarim bixebitim. Em nexebitin nikarin debara xwe bikin.” EM BI AGIRÊ TENEKEYAN XWE GERM DIKIN Karkerê bi navê Musa Dolek jî anî ziman ku ji bo heqê nanê xwe derxin divê kar bikin û neçarin di nava sermayê de bixebitin. Dolek, anî ziman ku di sermayê de zahmet e û wiha got: “Em ji bo nanê xwe neçarin di şertên giran de bixebitin. Roj bi roj hewa sar dibe. Em li dijî sermayê bi agirê tenekeyan xwe germ dikin. JI BO ZANÎNGEHÊ DI ÎNŞAETÊ DE DIXEBITE Xwendekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Mahsun Akar jî anî ziman ku ji bo heqê xwendina zanîngehê qezenç bike neçare di şertên giran de bixebite.