'Kesên ku dibêjin ji teror û bombeyan ne tirsin berpirsyarên siyasî yên vê pêvajoyê ne' 2016-12-13 15:03:56 STENBOL - Sekretara Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu ku bi rêvebir û endamên sendîkayan re li Beşîktaşê cihê bombe teqiyaye daxuyaniyek da û wiha got: "Kesên ku zarokên xwe naşînin leşkeriyê û şehîdbûnê bi nirx dibînin, yên dibêjin 'ji bombe û terorê netirsin' û bi wesayîtên zirxî digerin berpirsên siyasî yên vê pêvajoyê ne." Rêvebir û endamên Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), li cihê teqîna li Beşîktaşê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Kesên di nava wan de Sekretara Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û rêvebir û endamên sendîkayên hene li ber Mizgefta Dolmabahçeyê kombûn û ber bi Vodafone Arena Stadê ve meşiyan. Piştî meşê Sekretara Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu axivî. Çerkezoglu, diyar kir ku ev welat vê tabloya heyî heq nake û wiha got: "Ji Hezîrana 2015'an ve li Amed, Enqere, Pirsûs, Sultanahmet û herî dawî li Beşîktaşê 20 teqîn pêk hatin û ji ber teqînan bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Dixwazim gotina Yaşar Kemal a 'Li vî welatî êdî mirin jî westiya' bi bîrbînim. Em dixwazin êdî mirin bi dawî bibin. Li vî welatî pêwîstî bi aştî û biratiyê heye. Divê bê dîtin ku kesên ku zarokên xwe naşînin leşkeriyê û şehîdbûnê bi nirx dibînin, yên dibêjin 'ji bombe û terorê netirsin' û bi wesayîtên zirxî digerin berpirsên siyasî yên vê pêvajoyê ne. Em ê jiyanê bi nirx bikin mirinê na." Piştî daxuyaniyê endamên DÎSK'ê qerenfîl danîn cihê teqînê û ji herêmê veqetiyan.