DÎSK'ê ji bo heqê kêm referandum pêşniyar kir 2016-12-27 14:46:11 STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, ji bo heqê kêm diyar kir ku pêwiste ji bo debara herî kêm 2 hezar tl bê qetandin û wiha got: “Werin em li 81 bajaran sindoqê dînin. Em referandumê bikin. Ger ku vîna gel Hezar û 300 tl qebûl kir em jî qebûl bikin." Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DİSK), têkildarî buhayê heqê kêm ku li meclîsê tê meşandin, li Qada Boga ya Kolana Bahariye ya Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de belavokên "Bila heqê kêm herî kêm 2 hezar tl be" hatine nivîsantdin hatin belavkirin. Komê di çalakiylê de dirûşmeyên "Em dixwazin wekî mirovan bijîn" û "Em xwazin jyana herî kêm bijîn" berz kirin. Li vir Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DİSK), têkildarî buhayê heqê kêm ku li meclîsê tê meşandin, daxuyanî da û xwest vê mijarê bibin referandumê û vîna gel vê yekê diyar bike. Beko, anî ziman ku karsaz û hun rayedarên hikûmetê ji bo heqê kêm di asta herî jêr de bigirin nirxandinên li dijî rastiyan dikin û hiş û aqilan tev li hev dikin. ‘EM JI TUÎKÊ DIPIRSIN' Beko, anî ziman ku li gorî daneyên TUÎK'ê yê meha Mijdara 2016'an heqê debarê yê herî kêm hezar û 669 tl ye û wiha got: "TUÎK'ê sala par ev hêjmar wekî hezar û 600 nîşan da. Li gorî vî hesabî maliyeta lêçûnê ji sedî 4 zêde bûye. Em ji TUÎK'ê dipirsin û dibêjin rêjeya enflasyonê tenê ji sedî 7-8 zêde bûye? 'WERIN EM BIBIN REFERANDUMÊ' Beko anî ziman ku li Tirkiye 15 milyon karker hene û wiha got: "Werin em li 81 bajaran sindoqê ava bikin. Em referandumê çêkin. Ger ku di sindoqê de hezar û 300 tl derket. Em jî qebûl dikin. Divê herî kêm heqê lêçûnê 2 hezar tl be. DÎSK'ê daxwazên xwe wiha rêz kirin; Divê heqê kêm heqê lêçûna malbatê be. Divê baş bê hesapkirin ku kesek dikare bi çiqasî malbatna xwe debar bike. Divê heqê kêm li gorî standartên netew pêk bê. Divê hemû karker, sendîka û konfederasyonên karkeran tev li vê diyarkirina lêçûna hekê kêm bibe. Divê ji bo lêçûna hevpar hevrayike bê derxistin. Divê hemû lênçûna hekê kêm li dervê bajê be. Divê lêçûna heqê kêm ya 2017'an herî kêm 2 hezar tl be."