Bi piştevaniyê hildiberînin û difiroşin û piştgiriya hevpîşeyên xwe dikin 2016-12-28 09:21:42 ÎZMÎR - Mamosteyên jin ên ku bi KHK'ê hatin îxraçkirin, li standên ku li çarşiya jinan vekirine tiştên ku bi keda destên xwe çêkirine difiroşin û bi vî awayî hem debara xwe, hem jî piştevaniya hevpîşeyên xwe yên hatine îxraçkirin dikin. Serpîl Ozgur a 13 sal e mamosteya wêjeye ye û Îlknur Alçelîk Akîkol a 20 sal e mamosteya dibistana seretayî ye, tevî 12 hevalên xwe yên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatin îxnaçkirin, bi şîara "Inyadî kesên nan û karê me ji dest me girtin, em bi piştevaniyî hildiberînin, bi piştevaniyî difiroşin" li "Sûka Jinan" a ÎZBAN a Karsiyakayê tiştên ku çêdikin difiroşin. Bi vî awayî hem debara xwe, hem jî piştevaniyê hevpîşeyên xwe yên hatine îxraçkirin dikin. 'EM TIŞTÊN KU BI HEV RE HILDIBERÎNİN DIFIROŞIN' Mamosteya 13 salan Serpîl Ozgur diyar kir ku, bêyî hincetek bê nîşandan ew di çarçoveya OHAL'ê de ji kar hatine avêtin û piştevaniya welatiyan bi wan re gelekî girîng e û ew ê tevî hevalên xwe yên din ên ji kar hatine avêtin, van rojên dijwar derbas bikin. Ozgur wiha axivî: "Em tiştên ku bi awayekî kolektîf hildiberînin difiroşin û pereyên ku li vir qezenc dikin jî bi hevalên xwe yên ku ji kar hatine avêtin re parve dikin." 'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN KU ME DI JIYANÊ DE DÎL BIGIRIN' Ozgur got, hikûmet dixwaze jinan hepsî malê bike û bi vî rengî jî desthilatdariya xwe xurtir bike. Ozgur wiha berdewam kir: "Dixwazin li malê rûnên, xwarinê çêkin, dengê xwe dernexînin. Em tu caran li gorî vê yekê tevnegeriyan û em tevnegerin jî. Wekî ku ew dixwazin, em ê ji civakê qut nebin. Em ê desturê nedin ku me di jiyanê de dîl bigirin." 'DÊ MAFDARIYA ME DERKEVE HOLÊ' Ozgur got, li standê dema ku bi welatiyan re dixavin rastî nêzîkatiyên baş tên û wiha axivî: "Piraniya civakê dibîne tiştên diqewimin çawa ye, di ferqa vê yekê de ne. Hemû kes piştevaniya me dike. Em ser bilind in, em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin û dê mafdariya me derkeve holê." 'DÊ VEGERA ME MUHTEŞEM BE' Mamosteya 20 salan Îlknur Alçelîk Akîkol jî diyar kir ku, îktidarê êrîşî pêşeroja wan kiriye, ji ber ku muxalîf in û serê xwe netewandine ji kar hatine îxrackirin. Akîkol wiha got: "Xwestin em serê xwe bitewînin. Lê em ê serê xwe netewînin. Ji ber ku sûcê me nîne. Em ê vegerin, ew jî vê yekê dizanin ji ber vê yekê jî dê vegera me muhteşem be." 'EM Ê NEBIN JINÊN KU HIKÛMET DIXWAZE' Mamsoteya bi navê Ebrû Dînçer Metîn a ku 19 sal in mamoste ye jî diyar kir ku, standa vekirine encama keda kolektîf e û ew di pêvajoyeke derhuqûqî û bêedaletî re derbas dibin. Metîn got, ew ê nebin jinên ku hikûmet dixwaze û wiha axivî: " Wekî ku AKP dixwaze em nakevin hundirê malan. Em li kolan û qadan e. Em piştgiriyê didin sendîkaya xwe, têkoşîna xwe didomînin, em ê li ber xwe bidin. Dizanin ku em ê dîsa vegerin ser karê xwe û li cihê ku mayî jî karê xwe bidomînin."