Masîvan ji ber qedexeya nêçîrê bi gazinc in 2016-12-31 09:18:05 EDENE - Masîvanên li dijî qedexeya nêçîra masiyên Orfoz û Lagosê yên ji aliyê Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê hatin qedexekirin bertek nîşan dan, diyar kirin ku ev rewş bi awayekî neyînî bandorê li wan dike û xwestin dawî li vê qedexeyê bê. Wezareta Çandinî û Sewalcaniyê daxuyand ku, heta 4 salan nêçîr, neqilkirin û firotina masiyên wek Orfoz û Lagosê hatiye qedexekirin û her wiha kesên van masiyan zevt bikin, ji bo her masiyekî wê rastî 113 TL cezayê pereyî bê. Masîvanên li Karatşa Edeneyê anîn ziman ku, qedexeya nêçîrê bi awayekî neyînî bandorê li wan dike. Masîvan Nevzat Gayir li dijî vê rewşê bertek nîşan da û got, ev masî, masiyên koçê ne. ‘HEKE TU WAN ZEVT NEKÎ DIÇIN DEREKÎ DIN' Gayir wiha axivî: "Zevt bikî tu yê zevt bikî, heke zevt nekî ji xwe diçin cihekî din. Lagosên ji ber qedexeyê hatin Behra Spî û ji ber masîmûsa nayên zevtkirin, wê biçin sînorên welatekî din." Masîvanê bi navê Suleyman Çatalbaşi jî got, ev masî 3 mehan tên zevtkirin û diyar kir ku, ji ber qedexeyê masîvan perîşan bûne û wiha domand: "Komîsyonvanan masiyên me zevt kirine li defterê nenivîsandine; tabiî bacê nekirine. Ji ber vê qedexe kirin. Lê em ê niha çi bikin." 'JI ME RE QEDEXE, LÊ JI LOTKEYÊN BIYANÎ RE SERBEST' Masîvanê bi navê Guney Şaş anî ziman ku, tu wateyeke vê qedexeyê tune ye û got, dewlet kiriye ku êdî ew nexebitin. Şaş wiha bangî rayedaran kir: "Bila çareyekê ji neçariya me re bibînin. Divê demildest çareyekê ji vê pirsgirêka me re bibînin. Malzemeyên me kirîn, zem xwarin. Lê ji me re tengasiyeke ku 'hûn ê wî masiyî zevt nekin' derxistin. Li sînorên me yî navnetewî yên wek 12 mîl tê binavkirin, em niakrin bixebitin, lê lotkeyên (beşa keştiyê ya bingehîn) din ên biyanî masiyên ji me re qedexe ne zevt dikin. Em tenê li wan dinihêrin. Ji ber vê êdî em nikarin lotkeyên xwe ji benderê (lîman) bikin. Divê demildest çareyek ji neçariya me re bê dîtin." 'PÎŞEYA ME QEDANDIN' Şaş anî ziman ku, ew berê li texma Kendava Îskenderûnê bi sînorkirineke 2 mîlî dixebitîn û wiha axivî: "Îsal vê derxistin 3 mîlî û hemû motor br bi Mêrsînê ve kom kirin. Dema em dikevin pêş Mêrsînê, qada vekirî têra me nake. Em dixwazin vê dubare daxin 2 milî. Yan jê wê ev masîvaniya kendavê û hemî masîvaniyê biqedîne." Masîvaniyê bi navê Sadûllah Akin jî anî ziman ku, ew di rewşeke zehmet de ne û got, bi qedexeyê re nanê mirovan asteng dikin. Akin wiha axivî: "Em jî ji masîvaniya parastinî hez dikin. Ji bo qedexeyên giştî gotinek me tune ye, lê ev qedexyên paşê derketin, bi temamî me qedandin. Em niakrin nan ji zar û zêçên xwe, ji mala xwe re bibin. Bi temamî me qedandin, em ji pîşeya me men kirin. Dest û lingên me girêdan. Em ê çi bikin, em jî nizanin. Emd ixwazin dengê xwe ragihînin. Bi milyonan mirov bê xwedî man."