‘Nanekî wek xwêdana eniya xwe paqij dibim' 2016-12-31 09:22:32 AGIRÎ - Mahmûdî Taştan ê heta derengê şevê li tax û kuçeyên Agiriyê bi ereboka xwe yî destan digere, komira ku di nav ariya li konteynerên çopê tê valakirin de berhev dike difiroşe û pê debara malbata xwe yî 7 kulfetî dike. Taştan anî ziman ku, dema ew dixebite yên di ber wî re derbas dibin ji bo wî nebînin berê xwe hêl dikin û wiha got: "Şerm nakim, çimkî ez nadizim û xwêdanê dirêtim. Ez nanekî wek xwêdana eniya xwe paqij ji malbata xwe re dibim." Li navenda Agiriyê, Mahmûdî Taştan (32) ê li nav ariya li konteynerên çopê tê rijandin komirê berhev dike, bi firotina wê komirê debara malbata xwe yî 7 kulfetiyî ya li şevnişîna dijî dike. Taştan bi komira berhev dike û difiroşe, rojê 15 TL'yî qezenc dike û her wiha her sibeh saet di 6'an de dest bi karê xwe dike. Taştan bêyî guh bide sermayê heta derengê şevê bi ereboka xwe yî destan, tax bi tax, kuçe bi kuçe digere. Taştan wiha got: "Li gel sar û seqemê jî, malbateke min î 7 kulfetiyî heye û ez mecbûr im debara wan bikim. Bi ser de 3 zarokên xwe jî didim xwendin." MIROV JI KAR VEDIGERIN MALÊN XWE, EW DEST BI KAR DIKE Taştan got, ew serê sibehê şeveqê dest bi akr dike û wiha axivî: "Sibehê saet di 6'an de hişyar dibim. Dadikevim kuçeyan. Bi ereboka xwe yî destan erebvaniyê dikim. Heta danê nîvro bar diguhêzim. Piştî nîvro ji bo vehesandinê diçim malê. Dema tarî dikeve û he rkes ji karê xwe vedigere malê, ez dadikevim kuçeyan. Ew tiştên hûn dibêjin çop û nêzî wan nabin û dilê we ji wan dixele, dergehên nanê me ye. Bi saya çopên berhev dikim, ez nan ji malbata xwe re dibim." ‘JI ARIYÊ KOMIRÊ DISERIDÎNIM' Taştan ê ji bo her şev malbata wê hinekî bêtir xwe germ bike, kuçe bi kuçe digere wiha behsa xebata xwe kir: "Wê ariyê li kêleka konteynerên çopan tê rijandin, diseridînim. Di nav ariyê de, perçeyên komirê yên nehatine şewitandin dineqînim û dixim torbe. Komira berhev dikim, dibim malê. Hinekî em dişewitînin û hinekî jî li navenda çarşiyê difiroşim qehwexane û dikanan." ‘XWÊDANÊ DIRIJÎNIM' Taştan anî ziman ku, ji ber ew berasteng e kes wî naxe kar û dest nîşan kir ku, ew ji berhevkirina çopê şerm nake. Taştan anî ziman ku, dema ew dixebite hin kesên di ber wî re derbas dibin, jib o wî nebînin berê xwe hêl dikin û wiha domand: "Dema mirov di ber me re derbas dibin, mahdê xwe tirş dikin. Bila nebêjin, em wî ruyê wan dibînin. Ez ne komirê, hêviyê berhev dikim. Xwêdanê dirijînim. Ez nanekî wek xwêdana xwe paqij ji malbata xwe re dibim. Li gel ez berasteng im jî, destê xwe li ber tu kesî venakim. Bêyî em muhtacî kesî bibin, em dijîn, hewl didin bijîn. Heke kesek hebe şerm bike, ew ne ez im. Yên vê jiyanê rewayî me dibînin bi xwe ne."