Jiyanê bi neqişandinê debar dike 2017-01-03 09:04:15 DÎLOK - Ciwanê tevî malbatna xwe ji Pirsusê koçî Dîlokê kirîn Mihemed Hanbulut ê 19 salî, di dikanek biçûk de bi karê neqişandinê debara malbata xwe dike û jiyana malbatê bi neqişandinê debar dike. Gelek malbatên Pirsusê ji ber hişkesaliyê û derfetên kêm ên debarê koçî Dîlokê kirîn û li Dîlokê bi cih bûn. Yek ji van malbatan, malbata Hanbulut e. Malbata Hanbulut di 2008'an de ji ber tunebûna avê û derfetên kêm ên debarê koçî Dîlokê kir. Zarokên malbatê bi qasî 4 mehan di fabrîqeyan de xebitîn. Ji zarokên herî biçûk ê malbatê Mihemed Hanbulut ê 19 saliye. Ji ber hemû xwişk û birayên Mihemed zewicîn û ji malê cuda bûn, Mihemed bi dayîk û bavê xwe re tenê ma. Mihemed di 15 saliya xwe de dest bi karê neqişandinê kir. Mihemed û bavê xwe ji derve fêrî karê neqişandinê bûn û herî dawî li taxa Vatan a Dîlokê kargerî vekirin. Mihemed, bav û dayîka xwe debara xwe bi neqişandinê dikin. 'MEHÊN HAVÎNÊ KAR TUNE' Neqişên ku bi sedan sal berê jinan li Mezopotamya bi derzî û ta li ser etamînên spî bi destan dineqişandin, niha Mihemed bi makîneyê li ser paçê sipî dineqişîne. Mihemed diyar kir ku pir zehmetiya karê wan tuneye û wiha got: "Yan muşterî yan jî em paçê spî dikirin. Em sidiyên vale dikirin li ser compîterê nexşan dixinê. Piştî wê dixin makîneya nexşan û paçê spî dixin ber makîneyê. Dema paçê spî dixin ber makîneyê bi dû darên di şeklê elîpsê de ji hev dikişîne û makîne li gor nexşanên di sîdiyan de dineqişîne. Pişre jî ez li ser makîneyê derdorê wan dineqişîne û dantêlên keçên taxê çêkirîn li derdora wan dixim. Carnan jî muşterî dantêl û etamînên hazir tînin. Em ruyê nîvîn, balgî, ceyizên bûkan çêdikin." Mihemed ani ziman ku herî zêde di mehên zivistan û payîzê de dixebitin. Mihemed da zanîn ku her çendî zêde feyde nekin jî debara xwe bi vî karî dikin.