Endamên BES'ê: Em ê têkoşînê xurt bikin 2017-01-08 09:05:25 ÎZMÎR - Endamên Şaxa BES'ê ya Îzmîrê yên bi KHK'ya dawîn hatin îxrackirin, dest nîşan kirin ku îxrackirin planeke îmhakirina topyekûn e û gotin, divê ji bo têkoşînê mirov dakeve kuçeyan. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de yên di 6'ê meha Çileyê de hatin derxistin, 16 endamên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Îzmîrê hatin îxrackirin. Endamên BES'ê yên hatin îxrackirin gotin, di ser wan re dixwazin peyamekê ragihînin û dest nîşan kirin ku, ew ê li dijî îxrackirinan têbikoşin. ‘EM BARÎKATÊN LI PÊŞ IN' Sekretera Şaxa BES'ê Maîle Ariç a bi KHK'ya di 25'ê mijdarê de ji kar hat dûrxistin diyar kir ku, ew bi KHK'ya duh hat derxistin jî hatiye îxrackirin. Ariç dest nîşan kir ku, armanca bingehîn a KHK'yan ewil astengkirina rêxistinbûyînê û bi awayekî fiîlî jî qedandina sendîkayê ye û wiha axivî: "Rêxistinên civaka sivîl girtin lê nikaribû vê li sendîkayan bike. Dixwaze bi vî awayî sendikayan biqedînin û dixwazin di ser me re jî peyamekê bidin. Divê ne endamên me û ne jî yên piştevaniya me dikin guh nedin vê. Divê bi piştevaniyî em vê feqê li valahiyê derxînin. Em barîkatên li pêş in, wê dihilweşînin û paşê dê berê xwe bidin ên dawiyê." ‘JI BO TÊKOŞÎNÊ DIVÊ EM DAKEVIN KUÇEYAN' Çaglar Yildiz a ji 2013'an ve li ÎŞ-Kûr'a navçeya Karabaglarê wek Şêwirmenda Kar û Pîşeyê dixebite got, sebeba îxracan ew e ku, atmosfereke tirsê biafirînin. Yildiz diyar kir ku, der barê hevalên wan î hatine îxrackirin de berê tu lêpirsîn nehatine vekirin û dest nîşan kir ku, kesên hatine îxrackirin hemû bi awayekî kêfî hatine hilbijartin. Yildiz wiha axivî: "Rewşeke zaf antî demokratîk e. Li dijî vê em ê têbikoşin û sendîkayê hembêz bikin. Em ê bi piştevaniyî ji derheqê vê rewşê derkevin." 'PLANEKE ÎMHAKIRINA TOPYEKÛN E' Serokê Şaxa BES'a Îzmîrê Mûsa Sever diyar kir ku, ew ê di 9'ê meha Çileyê de roja Duşemê tevî endamên xw ewerin gel hev û dê îxracan binirxînin û wiha got: "Em ê di nav sêgoşeya yekeîtî, piştevanî û têkoşînê de têkoşîna xwe bidomînin." Sever got, îxarckirin planeke îmhakirina topyekûn e û wiha diyar kir: "Em ê di vê mijarê de tevî hevalê xwe bi piştevaniyî tevbigerin. Em ê têbikoşin û bi ser kevin."