Berî dadgehê biryar dan 2017-01-08 09:06:12 ÎZMÎR - 3 karkerên piştevaniya çalakiya gundiyan a li dijî Polyak Maden A.Ş'yê kirin, hatibûn girtin; bêyî dadgeh biryarê bide ji aliyê şîrketê ve hatin dûrxistin. Firat Kaya, Gokhan Ayaydin û Volkan Çetîn ê li Îmbat Madencilik A.Ş.'yê dixebitîn, ji bo piştevaniyê beşdarî çalakiya ku gundiyên Gundê Buyukobayê yên li dijî şîrketa ku sozê xwe bi cih neanî li dar xistin bûbûn. Her sê karker di 3'yê Kanûna 2016'an de hatin girtin. Karkerên hatin girtin û hîn dadgehkirina wan didome, divê li gor hukma peymana di navbera Sendîkaya Dev Maden Îş'ê û Polyak Maden A.Ş.'yê hatiye îmzekirin de, herî kêm heta 6 mehan dawî li akrê wan neyê. Lê heman şîrket girtina karkeran wek hincet nîşan da û dawî li karê wan anî. 69 ROJAN LI BER XWE DAN Piraniya karkerên ji komkujiya Somayê bi saxî filitîn û piştî ocaxên wan î madenê hatin girtin, li Îmbat Madencîlîk A.Ş. ya li Kinika Îzmîrê ye dest bi akr kirin. 6 karkerên li vir dest bi kar kirin, di 25'ê Kanûna 2015'an de bêyî hincet ji kar hatin avêtin. 6 karkerên ji kar hatin avêtin, wê demê avêtina wan di raya giştî de deng dabû û piştî berxwedana wan a 69 rojan dubare çûn ser karê xwe. ŞÎRKET, JI ÇÎNÊ KARKER ANÎN Polyak Maden A.Ş. a li Gundê Buyukoba yê Kinika Îzmîrê ku piranî jê welatiyên elewî lê rûdinên, beriya bê avakirin bi weada dê gundiyan têxe kar erdê gundiyan kirî. Lê şîrket bêyî sozê xwe bi cih bîne, ji ber bi erzanî dixebitin ji Çînê nêzî 500 karker anîn. JI BER PIŞTEVANIYA GUNDIYAN KIRIN HATIN GIRTIN Piştî şîrket gundî xapandin, gundiyan çalakî li dar xist û 6 karker jî bi hinceta piştevaniya gundiyan kirine û endamên Komeleya Şêwirmendiyê ya Karkerên Madenê ne, di 25'ê Mijdara 2016'an de hatin binçavkirin. Karkerên bi navê Firat Kaya, Gokhan Ayaydin û Volkan Çetîn ê hatin binçavkirin, di 3'yê Kanûna 2016'an de hatin girtin û her wiha karkerên din ên bi heman hincetê hatin binçavkirin jî serbest hatin berdan. 'JI DESTPÊKÊ VE DERHUQÛQÎ YE' Parêzer Aycan Çîçek, dest nîşan kir ku pêvajo ji destpêkê heta niha pêvajoyeke derhuqûqî ye û got, ji doza Somayê heta niha li qada kedê hemû sûc hatine kirin. Çîçek got, şîrketên madenê derhuqûqiyên li Tirkiyeyê wek firsendê dibîne û wiha domand: "Ji be rkarker sendîkayî ne, ji kar tên avêtin, ev nayê qebûlkirin. Şîrketên madenê fiserdiyê dikin, lê belê em ê li hemberî vê bêdeng nemînin. Em li cem kedkaran e. Teqez lê teqez em ê bi ser kevin."