'Zêdebûna cînayetên kar ji ber bêcezakirinê ye’ 2017-01-13 08:12:29 KOCAELÎ - Endamê Meclîsa ÎSÎG’ê yê Stenbolê Murat Çakir diyar kir ku di rapora dawî ya ÎSÎG’ê ku aşkera kirî de, di sala 2016’an de 1970 karkeran jiyana xwe ji dest daye û ji ber berpirsyaran hesab nedane cînayetên kar zêde dibin. Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendirûstiya Karker (ÎSÎG), di rapora aîdî sala 2016’an aşkera kir û da zanîn ku 1970 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Pisporê Ewlehiya Kar û aktîvîstê ÎSÎG’ê Selçuk Karstali da zanîn ku li şûna nirxên ku sanayiyê avakirin jiyana karkeran baştir bike, barovajî wê mirin, qezayên kar û nexweşî bûne para karkeran. Karstali bi lêv kir ku ji bo karker karê xwe winda neke, çavê xwe ji pereyê kêm û bêewlehiyê re digire û wiha got: “Dema hûn li rapora cînayetên kar lêkolîn bikin, tê dîtîn ku saziyên xebatkarên wan 10-15 kes bin mirin lê zêdetire. Em li bendê bûn ku dewlet kesên mafê wan tê xwarin û lewaze biparêzin lê dibêjin qezayên kar firsendin û qederin. Dixwazin tabloya ger li holê hilberîn hebe wê yekê bixwe jî hebe û dema yek qezenc dike yek jiyana xwe ji dest dide rêx bikin. Em vê napejirînin. Ji ber ku dikare mirinên wiha bên kontrolkirin.” 'SAETA XEBATÊ 72’YE' Karstali diyar kir ku bidestxistina xebata biewle bi guhertina çend tiştên teknîkî pêkane û wiha pêde çû: “Mînak divê cihê kar bi teknolojiyek nû re bê nasîn. Lê li Tirkiyeyê di encama polîtîkayên sanayiyê, cihên kar nikarin teknolojiyên nû bibînin. Li Tirkiyeyê heftane saetên xebatê 54’e lê gelek mirov jî mecbûr dimînin 72 saetan bixebitin. Em encamên bêrêxistinbûyîna sanayî ya ku nirx nade mirovan dijîn.” Endamê Meclîsa ÎSÎG’ê yê Stenbolê Murat Çakir, destnîşan kir ku berpirsên cînayetên kar ji ber hesab ne dane cînayetên kar zêde dibin û wiha axivî: “Şîwran û Soma pêkhatin kesekê çi kir? Hinek binçavkirinên berçavî hatin kirin. Kesên biryar dan nehatn darizandin, cezakirin. Di qadên dewletê de jî ev wihane. Burokrat û wezîr nayên cezakirin. Li Tirkiyeyê gele kes ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne. Sedemê cînayetên kar jî ewe ku cezayên baş nayên dayîn. Li vir hûn dikarin qatîlê 301 karkeran bin. Li Somayê beriya 6 mehan hatibû dîtin ku dê bûyerek wiha were jiyîn. Kesê ku 301 karker kuştin ceza negirt ma dê êdî çi bibe.” Çakir bi lêv kir ku Tirkye navenda hêza karê erzane û wiha axivî: “Pereyê wê çiqas be bila bibe mirov naxwazin karê xwe winda bikin. Hevalek min got ‘li şûna ez derve ji birça bimirin bila di qezaya kar de bimirin ji ber ku îhtîmala nebûna qezaya kar heye lê ger bê kar bimînim ez ê bimirim’ heneka ku kedkar dijîn eve.”