KESK: Heqê mamosteyan ji 906 dolarî daket 628 dolarî 2017-01-13 15:39:25 ENQERE - Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose, diyar kir ku her ku diçe karmend xizan dibin û keda wan tê xwarin. Kose, anî ziman ku di 15'ê Tîrmeha 2016'an de meaşê mamosteyekî 2 hezar û 628 TL ango 906 Dolarê DYA bû. Lê di 12'ê Çileya 2017'an de bi heman Tl dikarin 684 dolar bistînin û meaşê wan bê qîmet bûye. Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî rewşa OHAL'ê û qeydana Aborî li Navenda Giştî civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose, bal kişand ser mafê kedkaran ên demokratîk û kedê. Kose, anî ziman ku sala 2016'an bi enflasyona ji sedî 8,53 sal bi dawî kirin û wiha got: "Lê hikûmet û Memur-Senê li ser zêdebûna meşa a rêjeya ji sedî 3'an li hev kirin Di serê sala 2016'an de nanek bi 0,75 kuruşî bû. Lê heta dawî ji sedî 33 zem bû û gihişt 1 TL. Li milê din Gaza xwezayî, ceyran, ragihandin tev li gorî dolaran zêde dibe. KDV ya muayineya maşîneyan di navbera ji sedî 20 û 60'an de tê guhertin. Buhayê hêkê ji sedî 100 zêd bû. enflasyon derket ji sedî 8,53." Kose, bilêv kir ku di selika xwarinê ya karmendan de di navbera 10-15 cudeyên xwarinê hene û wiha got:"Herî zêde nan, penêr, zeytûn, hêk, mast, şîr, cureyên baqil û şolikan (Nîsk, savar, fasûlî, nok) patat, û wekî wan hene. Herî zêde buyanên van xwarinan zêde bûne. Dema buha zêde dibe ji xwarina xwe kêm dikin. Li gorî Yekîneya Lêkolîne ya KESKê (KESK-AR) ya sala 2016'an rêjeya xizaniyê ya malbata 4 kesan hezar û 563 TL bû. Tevî xwarinê, cil, kîra, ceyran, av, sotemenî, ragihandin, perwerde û tenduristî jî di navde digêje 4 hezar û 694 TL. Maliyeta jiyana kesê azib jî hezar û 783 TL ye. Karmendê cemaweriyê ku mehaneya wî bi 2 hezar û 700 TL ye. ji xizaniyê derbas dibe û dikeve sînorê birçibûnê. Minaka vê yekê ya herî şênber di 15'ê Tîrmeha 2016'an de meaşê mamosteyekî 2 hezar û 628 TL ango 906 Dolarê DYA (1 $ = 2,90 TL) bû. Lê di 12'ê Çileya 2017'an de bi heman Tl dikarin 684 dolar (1$ =3,84 TL) bistînin û meaşê wan bê qîmet bûye. Nêzî 852,5 TL qîmeta pereyê wî kêm bûye. BAC ZÊDE KIRINE Kose, da zanîn ku bi Bacên 2017'an dîsa hêrsa xwe ji karker û kedkaran derdixin û wiha got: "Ji sedî 15 rêjeya bacê zêde kirine. 400 TL zêde kirine û ji 12 hezar û 600 TL derxistine 13 hezar tl. Bacê ji meşaê karker û karmendan qut dike.