5 karker mirin jî dîsa hişyar nebûn 2017-01-14 09:04:59 ÊLIH - Li Êlihê, di salekê de ji ber sersariyên sektora înşeatê herî kêm 5 karker jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 20 karker jî birîndar bûn. Lê li gel vana hemûyan jî rayedar venêrîna tenduristî û ewlehiya kar nakin. Li Êlihê, di qezayên karî yên 2016'an de herî kêm 5 karker jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 20 karker jî birîndar bûn. Di Nîsana 2016'an de, li Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Êlihê li înşeata depoyê xelata vînçekê qut bû û di binî vînçê de karkerekî jiyana xwe ji dest da. Dîsa di 7'ê Cotmeha 2016'an de mînibuseke ku karkerên tekstîlê vediguhast qeza kir û di encama qezayê de karkerekî jiyana xwe ji dest da, 15 jê jî birîndar bûn. Di 12'ê Mijdara 2016'an de jî li navçeya Kercewsê ya Êlihê li înşeatekê hêlan pêk hat û 3 karke jiyana xwe ji dest dan, yek jê jî birîndar bû. HERÎ ZÊDE LI SEKTORA ÎNŞEATÊ PÊK TÊ Li Tirkiyeya ku mirina têkildarî qezayên karî zêde ye, mirin herî zêde di sektora înşeatê de pêk tên. Karkerên ku li înşeatên bilind ên tu tevdîr li wan nayên girtin dixebitin, jiyana wan her di xetereyê de ye. Li gel vê xetereyê jî ji aliyê rayedaran tu venêrîn û perwerdehiya karî nayê kirin. VENÊRÎN NAYÊ KIRIN Karkerên di şert û mercên zehmet de dijîn, ji ber ji aliyê rayedaran venêrîn pêk nayê, dema ji îskeleyan dikevin an jiyana xwe ji dest didin an jî seqet dimînin. Pisporên ku ji tevdîrgirtinan berpirsiyar jî ya dibên "qeder" an jî dibêjin "di fitrata kar de heye" û bi vî awayî wek rewşeke asayî didin der. LI QATA 8'EMÎN A AVAHIYA 9 QATÎ BÊYÎ KINDIR, TILIM DIXEBITIN Karkerên ku li qata 8'emîn a avahiya 9 qatî ku bêyî hayê wan ji xebatên di bin navê Ewlehî û Tenduristiya Kar de tên meşandin hebin dixebitin, rewşa wan li objektîfan aliqî û ev rewş sersarî û netevdîrgirtinan bi awayekî aşkere dide der. Dîmena karkerê ku bêyî kindir û tilim li ser avahiyeke bilind dixebite, dide nîşandan ku bê jiyana mirovan çi qasî erzan e.