30 sal e li heman kolanê disekine 2017-01-18 08:24:39 AGIRÎ - Mustafa Yol, bêyî guh bide germa havînê, sermaya zivsitanê û qelebalixiya trafîkê, tam 30 sal e li nav refuja kolanê li benda hin kesa ye ku bên û barê wan veguhêzîne. Mustafa Yol (64) ê bûye yek ji wan navên remzî yên Bazîda Agiriyê, li kolana bajêr a herî qelebalix Buyuk Agri Cadesiyê li heman noqteyê tam 30 sal e hemaliyê dike. Yol, li nav refuja ku li nav kolanê bêyî guh bide germa havînê, sermaya zivsitanê û qelebalixiya trafîkê disekine û tenê bi kar û barê xwe re eleqedar dibe. ‘HETA KARIBIM EZ Ê HEMALIYÊ BIKIM' Yol diyar kir ku, ji ber xizaniyê 34 sal berê ji gundê Kutlubulak ê Bazîdê koçî navenda navçeyê kirine û got, ji bo malbata wî muhtacî kesî nebe ew ê heta bêhna dawî jî hemaliyê bike. Yol diyar kir ku, ew her sibehê saet di 04.00'an de dertê û li benda kar disekine û wiha domand: "Kesên karê malzemeyên înşeatê, komirê, veguhêzkariyê dikin dizanin ez li vir disekinim. Her sibeh tên min ji vir dibin. Diçim, ji bo em zikê xwe têr bikin baran vala dikim. Dema karê min diqede dîsa têm vir û disekinim. Heta niha min dest li ber kesî venekiriye û heta ez bêhnê bistînim û vedim ez ê dest li ber kesî jî venekim û dê hemaliyê bikim. Zarokên min, malbata min bi min serbilind in. Ji ber karê xwe serbilind im." ‘JIYANÊ SIÛDA HILBIJARTINÊ NEDA' Yol anî ziman ku, ew ji jiyana xwe ne memnûn e, lê belê şert û merc ev lê ferzkirine û wiha axivî: "Dil dixwast ez jî wek hevtemenên xwe teqawîd bibûma. Li gor dilê xwe min bi zarokên xwe, neviyên xwe re dem derbas bikirana. Dev ji teqawîdbûnê berdên, meaşekî min jî tune ye. Ez jî di bîra her tiştî de me, lê bedêla welidîna li vê xakê giran e. Roja em tên dinê em çavên xwe li feqîrî û xizaniyê vedikin. Jiyanê siûda hilbijartinê neda ma. Sirf ji bo siûda hilbijartina zarokên min hebe, min xwe da ber vê jiyanê." ‘TEMEN QEDIYA' Yol, anî ziman ku ew di sînorê xizaniyê de dijî û wiha domand: "Ez ê çi bikim ji alîkariya piştî vê saetê bê. Temen qediya, çû. Dewlet bi xwe jî alîkariya ku diviya li xizanan belav bike, li dewlemendan belav dike. Ev pergal wisa hatiye û dê wisa biçe. Dewlet ne li gel xizanan e, li gel dewlemendan cih digire. Ji bo dewlemend rihet bijîn, keda mirovên wek me tê xwarin û binpêkirin." ‘DI TEMENÊ KOLANÊ DE ME' Yol got, nêviyê temenê wî li vê kolanê derbas bûye û wiha axivî: "Hema bêje ez û vê kolanê hevtemen in. Xwezî zimanê wê hebûya û biaxiviya. Bê li vê kolanê çi qas mirin, çi qas neheqî xwe dan der. Ez bû şahidê vana. Min fêm kir ku, çîleya pêxemberan qediya, lê hîn jî çîleya kurdan neqediyaye." Berivan Karataş - Dîhaber