KESK'ê rapora îhlalê aşkere kir 2017-01-18 12:56:44 ENQERE - KESK'ê rapora îhlala mafên Sendikayî aşkere kir. KESK'ê di raporê de diyar kir ku 2 hezar û 522 endamên wan hatin îxrackirin û 71 kes hatin girtin. KESK'ê da zanîn ku gelek endamên wan sirgûn bûne û rastî zextan hatine. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), rapora îhlalên mafên sendîkayî ya di navbera 1'ê Çile û 31'ê Kanuna 2016'an de aşkere kir. KESK'ê li Navenda Giştî ya KESK'ê civîna çapemeniyê pêk anî û rapor aşkere kir. Di civînê de Endama Hiqûqê ya KESK'ê û Sekretera Têkiliyên Navneteweyî Fatma Çetintaş, daxuyanî da. Çetintaş, diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê zext û binpêkirina mafan ji serdema darbeya 12'ê Îlonê gelek zêdtir bûye. 490 KEDKARÊN CEMAWERIYÊ HATIN ÎXRACKIRIN Li gorî raporê di çarçoveya OHAL'ê de heta 31'ê kanûna 2016'an 11 hezar û 711 endam û rêveberên KESK'ê ji kar hatin dûrxitin û ji vana 490 endam û rêveberên wan hatin îxrackirin. Di raporê de hat diyarkirn ku dûrxistin tenê di çarçoveya OHAL'ê de pêk nehatiye û ji destpêka 2016'an de 78 endam^ne KESK'ê bi îdîaya heqaret li Serokomar kiriye ji peyvirê hati dûrxistin û bi tevahî 11 hezar û 789 endamên KESK'ê ji kar hatine dûrxistin. Di raporê de hat zanîn ku heta 31'ê Kanunê hêj 529 endamên wan bê peyvir bûn û peyvira wan li wan venegerandine. BI GIŞTÎ 2 HEZAR Û 522 ENDAMÊN KESK'Ê HATIN ÎXRACKIRIN Di raporê de hat zanîn ku bi giştî 135 hezar û 356 endamên cemaweriyê di lêpirsînê re derbas bûne û jê 97 hezar û 679 kes hatine îxrackirin. Di berdewama raporê de hat zanîn ku di çarçoveya KHK'ê de heta 31'ê Kanûna 2016'an bi giştî 2 hezar û 094 endamên cemaweriyê ji peyvirê hatin girtin. Li gel lêpirsînên edlî û îdarî bi giştî 2 hezar û 179 endamên KESK’ê hatin îxrackirin. Piştî biryarên KHK'ê yên 6'ê Çileya 2017'an 343 endamên din ên KESK’ê ji peyvirê hatin girtin û bi giştî 2 hezar û 522 endamên KESK'ê hatin îxrackirin. Di raporê de hat zanîn ku diu heman pêvaoyê de 122 endamên KESK'ê hatin sirgûnkirin û 47 endamên wan meaşê wan hatiye qutkirin. 35 endamê wan cezayê qidemeyê girtine. Dîsa 59 endamên KESK'ê bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kirine" rastî ceza hatine û 121 endamên KESK'ê ji ber parvekirinên medya civakî rastî lêpirsînê hatine. Di berdewama raporê de hat diyar kirin ku di sala 2016'an de 71 endamên KESK'ê hatin girtin. Di dirêjahiya raporê de hat zanîn ku zextên li dijî jinê jî zêde bûn. Di berdewama raporê de hat zanîn ku çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteweyî ya li dijî Tundiyê û çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin qedexekirin. Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy hatiye îxrackirin. Waliyê Semsûrê der barê Sekretera Bajar a BES'ê de bi hinceta daxuyaniya 8'ê Adarê xwendiye lêpirsîn vekiriye. Di raporê de hat zanîn ku gelek mafên wan ên civakî jî ji destê wan hatiye girtin. Di raporê de bal hat diyarkirin ku zextên ji bo îstîfayên endamên DÎVES’ê balkêşe û wiha hat gotin: “Propagandayên li dijî sendîkaya me tê kirin bandorê li ser sendîkayê dike. Di sala 2016’an de DÎVES ku 509 endamên wê hebûn pêkanîna îxraçkirina 54 endaman diyar dike ku êrîşê navendê dikin. Wezareta Karên Diyanetê ligel faliyetê xwe yên dij laîklîkê li faliyetên sendîkayê de jî cudakariyê dike û hemû dahatuyên saziyê ji bo polîtîkayên AK Partî yê bikar tîne.” TAYÎNKIRINA QEYÛMAN Û BETALKIRINA TÎS’Ê Li gorî raporê bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên bajarên kurdan re peymanên TÎS’ê jî hatine betalkirin û ev tişt hatin diyarkirin: “Peymana di nav bera TUM BEL-SEN û Şaredariya Dêrikê de ji aliyê qeyûmê hat tayînkirin ve di 10’ê Cotmeha 2016’an de hat betalkirin. Li şaredariyên ku qeyûm hatine tayîn kirin ku ji endamên me îstîfa bikin xebat hatine meşandin mînaka vê jî li Êlihê hat jiyîn. Rêveberê ku ji aliyê qeyûmê tayînî şaredariya Êlihê ve hat kirin di encama xeztên alîkarê qeyûm 150 endamên sendîkaya me TUM BEL-SEN’ê îstîfa kirin û gelek ji wan çûn sendîkaya alîgir.” BI SEDAN KES MEHKUMÎ BIRÇÎBÛNÊ KIRIN Di raporê de hat gotin ku bi îxraçên hatin kirin re ewlekariya kar a kedkarên cemaweriyê bêyî guhertinên di dadgeha bingehîn de ji holê hatine rakirin û ev tişt hatin ragihandin: “Bi deh hezaran kedkarên cemaweriyê bê kar hiştin û bi malbatên wan re li kolanan hatine hiştin û mehkumî birçîbûnê hatine kirin. Krîza aborî kûr dibe û kedkarên di xebirin jî di sînorê feqîrtiyê de têkoşîna jiyanê didin. Em li dijî hikûmeta AK Partiyê banga têkoşînê dikin. Konfederasyona me KESK ji ber ku ne tenê ji bo endamên xwe ji bo hemû kedkaran serî li ber tu îktîdaran ne tewand û têkoşîn meşand di hedefa îktîdara AKP’ê de ye. Em bi zanista ku ji bilî li dijî faşîzma AKP’ê bûna yek û mezinkirina têkoşînê tu riyek me ya din tuneye em ê bi aliyên din ên hatine wêdeker kirin re pira piştevaniyê ava bikin û xeztan tune bikin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe ya rewa û hiqûqî bilindtir bikin.”