Çalakiya karkerên Sêrtê di roja duyemîn de didome 2017-01-20 12:00:28 SÊRT - Karkerên kana madenê yên Koma Cinerê li dijî dûrxistina 400 karkeran ku duh dest bi çalakiyê kirin di roja duyemîn de çalakiya xwe berdewam dikin. Karkerên kanên madenê yên girêdayî Koma Cinerê ya li Şîrwana Sêrtê bi armanca dûrxistina 400 karkeran şermezar bikin di 19'ê Çile (duh) dest bi çalakiya berdana kar kirin. Piştî di 17'ê mijdarêde di Kana Madenê ya li Gundê Madenê de hezan pêk hat û 16 karker di bin hezanê de jiyana xwe ji dest dan, rêveberiya Kanê dest bi dûrxistina karkeran kir. 2 meh di ser komkujiyê re derbas bû, li şûna berpirsiyar bên darizandin rêveberiya kanê karkeran ji kar dûr dixe. Heta niha 7 endezyar hatin girtin, lê têkildarî rêveberiya kanê tu lêpirsîn nehat destpêkirin. Kana ku berî hezan pêk bê Hezar û 80 karkerê wê hebû piştî hezan pêk hat, ewil 200 karker ji kar dûrxistin. Demek şûnde 142 karkerên din ji kar dûrxistin. Karkerên kanê li dijî vê bê edaletê û dûrxistina hevalên xwe yên karker dest bi çalakiyê rûniştinê kirin û berdewam dikin. Karkerên Madenê di pêşengiya Sendîkaya Maden-İşê de li pêş Saziya Park Elektrik-Bakir'ê dest bi çalakiyê kirin û didomînin. Malbatên karkerên ku di hezanê de jiyana xwe ji dest dan jî tev li çalakiyê bûn û mafê xwe dixwazin. Karkerê kanê Fehim Gunduz (50) ku 6 salin di kanê de dixebitin, diyar kir ku berê di qezaya kar de 2 piyên wî şikestin û piştî piyê wî rehet bûn li kana madenê dest bi kar kir. Gunduz, da zanîn ku niha ji kar hatiye derxistin û ji bo parastina mafê xwe di çalakiyê de ye. Gunduz, anî ziman ji bo mafê xwi li vir e û heta daxwaza wî pêk bê dê li vir be. 6 SALAN DI ZIKÊ ERDÊ DE MA Karkerê kanê Erdal Gunduz jî anî ziman ku 10 salin di kanê de dixebete û ji 10 salan 6 zalan di kana ku di bin zikê erdê de ye dixebite. Gunduz, da zanîn ku bê hincet ew ji kar hatine avêtin û piştî ji kar hat dûrxistin êdî nizane dê çi bike. Gunduz, bilêv kir ku piştî hezanê 16 hevalên xw winda kirin û wiha got: "Em li mafê xwe digerin. Ew qas karker li vir zêde ne, lê diçin ji Çînê karkeran tînin ev yek nayê qebûlkirin. Em dixwazin dîsa li karê xwe vegerin." LI SER FERMANA WEZÎR KARKERAN DÛR DIXIN Nûnerê Sendikaya Maden-Îş'ê ya Sêrtê Mehmet Açikça jî anî ziman ku rayedarên kana madenê 4-5 meh berî hezan pêk bê diyar kirin ku dê xebatên xwe firehtir û mezintir bikin, lê niha karkeran ji kar dûr dixin. Açikça, anî ziman ku rayedarên fîrmayê diyar kirin ku dê di sala 2017'an de dest bi amadekariyê zikê erdê bikin û di sala 2018'an de jî dest bi hilberînê bikin û 300 hezar cewherê di Stoktê de bikar bînin û hilberînê berdewam bikin. Lê niha bi hinceta hilberîn tune karkeran j kar dûr dixin. Rêveberiyê fermana Wezîrê Enerjiyê ya rawestandina kar nîşan da. Lê hilberîn heye û kar ji heye. Niha li vir lîstik û dîrûtiyek heye. DEWLETÊ 7 ENDEZYAR GIRTIN WAN JÎ KARKER DÛR XIST Açikça, da zanîn ku wan bi rêveberiyê re hevdîtin kiriye û rêveberiyê jî j wan re gotine "Niha 7 endezyarên me ji ber hezanê di girtîgehê dene. Ji ber vê yekê em xebatên kanê didin rawestandin. Dewletê ew ceza kir ew jî karkeran ceza dikin. Li Elbistanê 11 karker, li Şîrwanê 16 karker kirin qurbanê kanên xwe. Em dê ji bo mafê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Diren Yurtsever - dihaber