Greva karkerên metalê hat qedexekirin 2017-01-20 14:38:44 STENBOL - Gerva ku ji aliyê Sendîkaya Yeketiya Metal-Îş’ê ku li 13 fabrîkayan 2 hezar û 200 karker tevlî bûn û vê sibê despê kir, bi hinceta “gefê li ewlehiya neteweyî dixwe” hat qedexekirin. Biryara qedexeyê demildest di rûpela mukerrer a Rojnameya Fermî de hat weşandin. Vê sibê li Stenbol, Kocaelî, Îzmîr û Manîsayê, li 13 fabrîkayên girêdayî şîrketên ABB Elektrîk, Grîd Solution, Schneîder Elektrîk û Schneîder Enerjiyê karkeran grev dan destpêkirin û grev hat qedexekirin. ‘JI BO EWLEHIYA NETEWEYÎ GEFE’ 2 hezar û 200 karkerên rêxistî yên Sendîkaya Yekgirtî ya Metal-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê vê sibê li fabrîkayê kom bûn û piştî biryara grevê girtin, demildest di rûbela mukerrer a Rojnameya Fermî de hat diyarkirin ku bi îmzeya Serokomar Tayîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û wezîran grev 60 rojan paşde hatiye xistin. Hinceta qedexekirina grevê jî “gefa li dijî ewlehiya neteweyî” hat nîşandan.