Karkerekî li Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da 2017-01-20 15:41:02 KOCAELÎ - Li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê li şîrketa ARMETAL'ê karker Ramazan Karaçay jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê karkerê fabrîqeya ARMETAL'ê Ramazan Karaçay ê kondeksiyona metal a tonek giraniya wê heye bi ser wî de ket xwar jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê midûr û pisporê ewlehiya kar hatin binçavkirin. Di sala 2016'an de li sanaya Kocaeliyê 217 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dabûn.