Bertekên li dijî qedexeya grevê: Karker naçin ser kar 2017-01-21 13:11:19 ÎZMÎR - Serokê Sendîkaya Yekbûyî yên Metal Îşê yê Îzmîrê Alî Çeltek, bertek nîşanî qedexeya Lijneya Wezîran a ji bo greva karkeran da û wiha got: “Kedkarên Schneîder Elektrîkê yên fabrîkeya Îzmîrê naçin ser kar.” 2 hezar û 200 karkerên Sendîkaya Yekbûyî yên Metal Îşê yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) piştî duh li fabrîkayan kom bûn û biryara grevê girtin, ji aliyê hikûmetê ve hat diyarkirin ku grev 60 rojan hatiye paşde dayîn û hinceta wê wekî “ewlehiya neteweyî” nîşan dan. Bertekên li dijî qedexeyê zêde dibin û bertekek jî ji Îzmîrê hat. Serokê Sendîkaya Yekbûyî yên Metal Îşê yê Îzmîrê Alî Çeltek, diyar kir ku qedexekirina grevê nayê qebûlkirin, heta navenda wan a giştî daxuyaniyekê nede kedkarên Schneîder Elektrîkê yên fabrîkeya Îzmîrê naçin ser kar. Çeltek, da zanîn ku karkeran bi berdêlên ku dayîne mafê grevê bidestxistine û wiha got: “Kesek nikare mafê grevê yê karkeran ji destê wan bigire. OHAL’a ku hatiye îlankirin tu eleqeya wê bi karker û grevê re tune ye. Ji ber wê qedexeya grevê nayê qebûlkirin. Dê plana çalakiya navenda giştî hebe. Heta navenda me ya giştî daxuyaniyekê nede, me biryara da ku em wekî kedkarên Schneîder Elektrîkê yên fabrîkeya Îzmîrê naçin ser kar.” Çeltek, got ku navenda wan a giştî dê roja Duşemê daxuyaniyekê bide.