Ji KESK’ê li dijî îxrackirinan çalakiya rûniştinê 2017-01-21 17:01:43 AMED - Ji bo endamên KESK’ê yên hatine îxraçkirin vê hefteyê li Amedê çalakiya rûniştinê hat pêkanîn. Serokê TUM BEL-SEN’ê Muhsîn Yanik bi bîranî ku li Amedê 440 endamên KESK’ê hatine îxraçkirin û ew ê tu caran serî netewînin. Sendîkaya Buroya Kedkaran (BES) ji bo îxraçkirina endamên KESK’ê şermezar bikin çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çarçoveya biryara Navenda Giştî ya KESK’ê, Platforma KESK’ê ya Amedê ji bo kedkarên hatine îxraçkirin paşde bên girtin û OHAL bê rikirin dê li hemû Tirkiyeyê roja Şemiyê li şaxên cuda çalakiya rûniştinê pêk bînin. Di çalakiya ku pankarta “Ji OHAL û îxraçan re na” hat vekirin dirûşmeyên “em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin. Li vir Serokê TUM BEL-SEN’ê yê Amedê Muhsîn Yanik, axaftinek kir. Yanik, diyar kir ku li Amedê 440 endamên KESK’ê hatine îxraçkirin û wiha got: “Divê hikûmet dest ji van pêkanînên xwe yên dijaqil berde. 20 havalên me yên hatine îxraçkirin li girtîgehê ne. Divê AK Partî dest ji polîtîkayên xwe yên dijdemokratîk berde. Împaratoriya ku bi OHAL û tirsê hatiye avakirin derbas dare. Gel beriya niha jî li dijî zîhniyeta 12’ê îlonê li ber xwe dan û ew zîhniyet ji holê hat rakirin. Ev roj jî dê berbas bibin. Her roja ku diçe AK Partî di siyasetê de dihele. Em ê li dijî polîtîkayên şîdetê li ber xwe bidin û em ê serî netewînin.”